• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga siyasetmedaran: Em ji bo meşê deng û hêza xwe bikin yek

Abdullah Esen / AW

15 GULAN 2026 - 13:38
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Êlih – Aktîvîsta TJAyê Şukran Tay, Rêveberên DBPê yên Êlihê Adîl Erîn, Şukru Acar, Bûrhan Saran û Endamê Meclîsa DEM Partiyê Abdullah Yaman, derbarê meşa bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” ku wê di 16ê Gulanê bê lidarxistin banga tevlîbûnê li welatiyên Êlihê kirin û gotin: “Bangewaziyê me li hemû gelê Êlihê ye ku dengê û hêza xwe bidin nîşandan.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, didome. Di çarçoveya pêvajoyê de Komîsyona Meclisê hate avakirin û komîsyonê raporek pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê kir. Lê heta niha Tirkiyeyê di çarçoveya pêvajoyê de gaveke din neavêtiye û ev yek jî derbarê nediyarbûna pêvajoyê de û nediyarkirina statuya yek ji sermuzakerevanê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rê li ber bertekan vedike. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo ku daxwazên gelê Kurd bi cih bên û qanûnên ku têne qalkirin bikevin meriyetê dê di 16ê Gulanê de bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê meşan li dar bixe. Aktîvîsta TJAyê Şukran Tay, rêveberên DBPê yên Êlihê Adil Erîn û Şukru Acar û endamê Meclisa DEM Partiyê Abdûllah Yaman, xwestin ku rayedarên dewleta Tirk rojek zûtir gavên şênber biavêjin û ji bo meşê banga tevlibûnê kirin.

‘Ji heft salî heta heftê salî em wê rojê li qadan bin’

Aktîvîsta TJAyê Şukran Tay bang li welatiyên Êlihê kir û got: “Banga me li herkesi ye ku ji heft salî heta heftê salî wê rojê li qadan bin. Ji bo azadiya Rêber Apo, em gavekî biavêjin. Ev gav ne ji bo me bi tenê ye, ji bo hemû gelan e. Û ji bo azadî, demokrasî, wekhevî û di her alî de em dixwazin gav bên avêtin. Em dixwazin gelê Êlihê me bi tenê nehêlin.”

‘Azadiya Serokatî azadiya gelê Kurd e’

Rêveberê DBPa Êlihê Adîl Erîn jî diyar kir ku ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê 50 sal in şerekî çekdarî û têkoşînek hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Di 27ê Sibetê de serokatî hemleyek da destpêkirin û ew şerê çekdarî da sekinandin. Her gav hatin avêtin, lê ji aliyê dewletê ve hêj tu gav ne hatine avêtin. Ji bo ku gav bêne avêtin divê em li ser lingan bin. Azadiya Serokatî azadiya gelê Kurd e, azadiya gelê Kurd azadiya Serokatî ye. Hewceye ku herdu jî azad bibin. Aştî ji vî gelê re û ji hemû gelên dunyayê re pêwîst e. Em ê di 16ê mehê de meşek ji serê li dar bixin, em dixwazin gelê Elihê ew roj li qadan be.”

 

‘Em dixwazin gelê Êlihê bi tevahî tevlî bibe’

Rêveberê DBPa Êlihê Şukru Acar jî anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkî du sal in ji bo aştiyê gelek gavên zêrin avêtiye û got: “Daxwazên me ew in ku çawa Serok gavan diavêje divê dewlet jî gavan biavêje. Ev welat têra herkesî heye. Em jî dixwazin weke gelên dinyayê di welatê xwe de azad bijîn. Di 16ê mehê de jî meşa azadî, demokrasî û wekheviyê heye. Dê ji ber deriyê Nexweşxaneya Farabîmê heta Parka Yilmaz Guney bimeşin. Em dixwazin gelê Êlihê bi tevahî tevlî bibe.”

‘Divê êdî pêşiya Rêber Apo vebe’

Rêveberê DBPa Êlihê Bûrhan Saran jî bi lêv kir ku heta niha hêj ji aliyê dewleta Tirk ve gavên şênber nehatine avêtin û ev tişt got: “Birêz Ocalan tişta ji destê wî hatiye kiriye û hê jî dike. Em dixwazin dewlet ji bo aştiyê, demokrasiyê û hizûreke mayînde gavan biavêje. Em ê di 16ê Gulanê de meşek li dar bixin, em hemû gelê Êlihê vedixwînin çalakiyê. Em dixwazin li wir dengê xwe bilind bikin. Divê êdî pêşiya Rêber Apo vebibe.”

‘Em dixwazin hemû gelê Êlihê tev li meşê bibin’

Endamê Meclîsa DEM Partiyê Abdûllah Yaman jî bi bîr xist ku pêvajoyek beriya salek ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha got: “Ev pêvajo ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê û hemû gelên di Rojhilata Navîn de çareseriyeke maqûl dide nîşandan. Di her hêlê de gelê Kurd û partiyên siyasî gavên xurt û şênber avêtin, cidiyek û girêdana xwe ya bi birêz Ocalan ve dan nîşandan. Bangewaziyê me li hemû gelê Êlihê ye ku dengê xwe û hêza xwe bidin nîşandan. Bi vê boneyê em ê di 16ê mehê de li hemû bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê saet di 19:00an de meşekê li dar bixin. Em dixwazin hemû gelê Êlihê tev li wê meşê bibin.”

Etîket: Adîl ErînAktîvîsta TJAyê Şukran TayBûrhan SaranEndamê Meclîsa DEM Partiyê Abdullah YamanRêveberên DBPê yên ÊlihêŞukru Acar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çima divê em xwe birêxistin bikin?

‘Tişt bi gotinan çênabin divê dewlet qanûnên xwe biguherîne’

28 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne