• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Silavdayîn bû sedema qedexeya hevdîtinê

Omer Demîr /AW

14 GULAN 2026 - 09:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Rêveberiya Girtîgeha Bakirkoyê bi sedema ‘silav dane girtiyan’, mehekê hevdîtinê li Ferhat Yildiz, Fînce Akman û Firat Kaya qedexe kir. Ferhat Yildiz û Fînce Akman ên ceza li wan hatiye birîn gotin: “Girtiyên din jî wekî xizmên me ne. Çiqas ceza bidin me jî em ê her tim silav bidin hevdû.”

Ferhat Yildiz, Fînce Akman û Firat Kaya di 12ê Gulanê de careke din çûn girtîgehê û xwestin bi xizmên xwe yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên ragirtin, hevdîtinê pêk bînin. Lê belê rêveberiya girtîgehê hevdîtina wan qedexe kir. Ferhat Yildiz, Fînce Akman û Firat Kaya bi ser vê yekê serî li rêveberiya girtîgehê dan. Rêveberiya girtîgehê diyar kir ku ji ber ew di hevdîtina hefteya borî de silav dane girtiyên din, hevdîtina wan heta mehekî hatiye qedexekirin.

Ji çepê ber bi rastê: Hatîce Yildiz, Mîzgîn Akman

Hatîce Yildiz a ev du sal e bi hinceta “pere ji girtiyan re şandiye” li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Mizgîn Akman jî ev salek û 3 meh e girtî ye. Kurê Hatîce Yildizê, Ferhat Yildiz û Dayika Mizgîn Akmanê Fînce Akman têkildarî biryara girtîgehê ya qedexekirinê ji ajansa me re axivîn.

‘Girtiyên din jî wekî xizmên me ne’

Ferhat Yildiz diyar kir ku ew ji ber qedexeyê 12ê Gulanê nekarîne hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin û got: “Dayika min Hatîce Yildiz ev du sal in li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin. Dayika min bi hincetê ‘ji girtiyan re pere şandiye’ 4 sal cêza lê birîn. Di 12ê Gulanê de ji bo hevdîtinê em çûn girtigehê lê gardiyanan ji me re gotin ‘hûn nikarin bikevin cihê hevdîtine’. Ji Firat Kaya, Fînce Akman û ji min re hevdîtinê qedexe kirine. Sedema qedexeyê jî ev e ku hefteya borî piştî hevdîtinê em çûn maseyên din û me silav daye girtiyên din û em bi wan re axivîne. Bi vê hincetê re hevdîtinên me mehekê hatiye qedexekirin. Me li wir bertek xwe bi gotina ‘Em vê biryarê qebûl nakin. Girtiyên din jî wekî xizmên me ne. Me jî ji bo vê yekê rewşa wan pirsî’ nîşan da.”

‘Çiqas ceza bidin em ê her tim silav bidin hevdû’

Fînce Akmanê diyar kir ku bi ser berteka wan nîşan daye gardiyanan gotiye ku ji ber silavdayînê hevdîtin mehekê li wan hatiye qedexekirin û axaftina xwe wiha domand: “Em di eywanê de bi girtiyên din re nêzî hev in. Mase nêzî hev in. Dema ku em derbas dibin silav didin hevdû û dibêjin ‘Hûn çawanin’. Silavdayîna me, gotina me ya ‘Hûn çawanin’ kirin hinceta qedexekirina hevdîtinê. Tevahiya girtiyan, xizmên me ne. Hefteya borî gardiyan di hevdîtinê de li ser serê me digeriyan. Me fêm kiribû ku ew ê tiştekî bikin. Niha em ê çawa ji gotina ‘aştiyê’ bawer bikin. Ji me re dibêjin silav nedin hevdû. Ev ne pirsgirêkên biçûk in, em van tiştan qebûl nakin. Çiqas ceza bidin me jî, em ê her tim silav bidin hevdû.”

Etîket: Ferhat YildizFînce AkmanFirat KayaGirtîgeha Bakirkoyêhinceta silavdayînêqedexeya hevdîtinê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sureyya Bulut û Dîlek Oz 32 sal şûnve hatin berdan: Em ê li ser sûrên Amedê govendê bigerînin

Sureyya Bulut û Dîlek Oz 32 sal şûnve hatin berdan: Em ê li ser sûrên Amedê govendê bigerînin

12 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne