• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

Amed / AW

12 GULAN 2026 - 18:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokên HDPê yên Giştî yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ji Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya li Amedê tê lidarxistin re peyam şandin.  Di peyaman de hate destnîşankirin ku forûm dê tevkariyeke mezin li hewldanên civakîbûna aştiyê bike û di siberojên azad de bi hev re bin.

Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Parlamenter, hevşaredar, Waliyê Hewlêrê Umîd Xoşnav û Waliyê Duhokê Alî Tatar, siyasetmedar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li forûmê bûn. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ji forûmê re peyam şandin. Fîgen Yuksekdag li Girtîgeha Hejmara 1an a Kandirayê ya Kocaeliyê tê ragirtin û Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên ragirtin.

Peyama Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli wiha ye:

“Ji bo Foruma Aştî û Azadiya Civakî

Hêvî dikin ku ev hevdîtina watedar û bi qîmet a ku we bi navê ‘Foruma Aştî û Azadiya Civakî’ li dar xistiye bi serkeftî derbas bibe; em her kesên ku keda wan di vê xebatê de heye pîroz dikin û spasiyên xwe pêşkêş dikin. Bi wê baweriyê ku hûn ê bi nîqaşên hêja yên ku dê rêya derketina ji hilweşîna kûr a siyasî û civakî ronî bikin û rê nîşan bidin, tevkariyên mezin li lêgerîna aştiya birûmet bikin; em silav û hezkirinên xwe yên ji dil ji we re dişînin û daxwaz dikin ku em di siberojên azad de bi hev re bin.

Dr. Adnan Selçûk Mizrakli

Selahattin Demirtaş

Girtîgeha Edirneyê”

Peyama Fîgan Yuksekdag

Peyama Fîgen Yuksekdag jî wiha ye: “Ji Forûma Aştî û Azadiya Civakî re

Hevalên hêja, rêhevalên qedirbilind, beşdarên rêzdar, merheba;

Berî her tiştî, ez amadekarên ku Forûma Aştî û Azadiya Civakî, di şexsê hevşaredarên me Ayşe Serra Bucak Kuçuk û Dogan Hatûn de hemû kedkar û berpirsiyarên vê xebatê pîroz dikim û spasiyên xwe pêşkêş dikim. Ez bawer dikim ku her beşdarekî ku di qada hebûn û hilberîna xwe de xwedî wesf e, dê xebateke kolektîf pêk bîne; ez serkeftinê ji bo we dixwazim.

Bêguman, li erdnîgariya polîtîk a ku hebûna me pênase dike û li herêm û cîhana ku em pê re di têkiliyê de ne, êş û jana guherînê me ber bi girtina berpirsiyariyê û hilberandina çareserî û vebijarkan ve dibe. Li hemberî kesên ku rastiya Tirkiye, Kurdistan û herêmê li ser zemînê şer, mêtingerî, qirkirina jinê, talana xwezayê, dijminatiyên şovenîst-paşverû û li ser perçiqandina yê lawaz ava dikin; hêza ku dê vebijarkan biafirîne gelên me û rêxistinbûna wan a bi hişmendiya demokratîk e. Dema em dibêjin “Ji bo her kesî, bi hev re aştî û azadiya civakî”, em balê dikşînin ser armanca guherandina eksenê û diyarkirina ekseneke nû ji bo habîtata herêmî ya ku di bin dorpêça cinaweran de ye. Diyar e ku ji bo armancek wiha, vînek wiha û her cûre hewldanekê çiqas pêdivî heye.

Heqîqeta ku gel, jin û hemû gelan ji Tirkiye û Amedê heta Rojava, Filistîn û Îranê li ser navê aştî û azadiyê dike yek, dê qedera serdemê diyar bike. Ev qet ne xeyalek dûr e; bi qasî taxa em lê dijîn, dibistana em lê dixwînin, zevî, fabrîka û kargeha em lê dixebitin, bi qasî mîtîng û çalakiyên em tevlî dibin û zindana em tê de ne nêzîkî me ye. Di hemû qadên jiyana civakî, hilberîn û têkiliyê de, veguherîna têgehên aştî û azadiyê bo nirxên bilind, ji bo rêxistinbûnek nû û peymaneke civakî zemînekî pratîkî pêşkêş dike û ev yek pêdiviyek e.

Ez bawer dikim ku ev forûma ku hûn li dar dixin, di pêvajoyek ku ji bo gelên Tirkiyeyê girîngiyeke jiyanî de ye û dê tevkariyeke mezin li hewldanên civakîbûna aştiyê bike. Heke em bifikirin ku civakîbûn û herêmîbûn hevmane ne, wateya vê tevkariyê dê hê bêtir derkeve pêş. Vîna belavkirina hişmendiya aştî, azadî û demokrasiyê ji damarên sereke yên jiyanê heta damarên herî zirav ên civakê, dê ji bingehê, yanî ji herêmî mezin bibe.

Ez bawer dikim ku çalakiya we dê encameke wisa derxîne holê ku xwedî li pêvajo û vîna Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Birêz Serok Ocalan ve hatibû destpêkirin derbikeve û wê xurttir bike. Lewre ji bo bilindkirina berhemdariyek wiha pêdiviyek mezin heye. Bêguman rêxistinkirina hêviyê, destpêkên nû û mîsyona avaker ne hêsan e. Lê ezmûnên me yên serkeftinê yên li hemberî her cure zehmetiyan, rêber û garantiya me ne.

Ez hurmet û hezkirinên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim; bi hesret û piştgiriyê we silav dikim.”

Etîket: Amedfîgen yuksekdagforumpeyamselahattin demirtaşSelçuk Mizrakli
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwînerên Demîrtaş: Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe

Xwînerên Demîrtaş: Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe

4 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne