• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şahiya Cejna Zimanê Kurdî: Em naxwazin zimanê me winda bibe

11 GULAN 2026 - 17:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaredariya Rêzanê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û dawiya serdema kursên ziman, şahiyeke li dar xist. Şahî bi dirûşmeya “Zimanê me, rûmeta me ye” hate lidarxistin.

Li Navenda Ciwanan a Rezanê ya Parka Goletliyê “Şahiya Cejna Ziman û Dawiya Serdema Kursan” hate lidarxistin. Şahî ji aliyê Şaredariya Rezanê ve hate lidarxistin. Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, şagirt, malbatên şagirtan û gelek kes beşdarê bernamêyê bûn. Di bernameyê de axaftin hatin kirin û belge dan xwendekaran. Piştî axaftinan şagirtan helbest xwendin, Koroya Zarokan derketin ser dikê, stran gotin.

‘Em naxwazin zimanê me winda bibe’

Mamosteyê zimanê Kurdî Ahmet Yalçinkaya da zanîn ku di 15ê Gulana sala 1932yan de, li Şamê kovara Hawarê hatiye derxistin û got: “Ev Kovara Hawarê ye, ku ji aliyê Mîr Celadet Alî Bedirxan ve yek ji rewşenbîr, siyasetmedar û zanayên Kurd hatiye derxistin û wiha got: “ Ewî ji bo zimanê Kurdî gelek xebat kirine. Di wê sala 1932yan de, yekem car e ku zimanê Kurdî bi tîpên latînî tê nivîsandin. Berê bi tîpên erebî dihat nivîsandin; di hejmarên destpêkê yên kovarê de hem nivîsên bi erebî hem jî bi latînî hene, lê paşê tenê bi tîpên latînî hatiye domandin. Bi vê gavê re, alfabeya Kurdî ya latînî hatiye afirandin û standardkirin. Ji ber vê destpêka dîrokî û girîng, di sala 2006an de ji aliyê saziyên ziman ve biryar hate girtin ku roja 15ê Gulanê, roja derketina Kovara Hawarê, wekî Cejna Zimanê Kurdî bê pîrozkirin. Em naxwazin zimanê me winda bibe. Ziman, hebûn û nebûna me ye; ziman rûmeta me ye. Divê em hemû, li malên xwe, bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Heke em di jiyana rojane de, li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî neaxivin, zarokên me êdî me fêm nakin û em ê bi destên xwe zimanê xwe ber bi windabûnê ve bibin. Ji bo ku em pêşî li asîmîlasyonê bigirin û zimanê xwe biparêzin, rola herî mezin dikeve ser milê malbatên me. Zimanê xwe biparêzin û bi Kurdî bijîn.”

Piştî axaftina Ahmet Yalçinkaya şagirtan helbest xwendin û Koroya Zarokan derket ser dikê û strîn.

‘Mamoste û malbatan nehiştiye zimanê me winda bibe’

Hevşaredar Leyla Ayaz zarokên ku tev li bernameyê bûn pîroz kir û wiha axivî: “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li we hemûyan pîroz be. Hem ji mamosteyên wan re ku ewqas keda wan tê de heye, hem jî ji malbatên wan re, em spasiyên xwe pêşkêş dikin. Ji ber ku nehiştine zimanê me winda bibe. Armanca xetereyên li ser me ew e; em dibînin gelek caran qîz û xortên me yên ciwan, her çend navên wan Kurdî bin jî, bi zimanê xwe nizanin. Jî dema yek bi zimanê Kurdî diaxive, nizanin fêm bikin. Lê me îro dît ku ev zarokên me, bi zimanekî ewqas pak û bi Kurmanciyeke zelal, zimanê xwe diaxivin. Di serî de malbatên wan, paşê mamosteyên wan û hemû hevalên me yên ku li vir keda wan heye, em keda wan bilind dinirxînin û spasiya wan dikin. Ez dîsa ji bo hatina we û ji bo van zarokên me yên ku stran ji me re gotin û helbest ji me re xwendin, spasiya we hemûyan dikim.”

‘Pêşî li windabûna zimanê xwe bigirin’

Hevşaredar Sîraç Çelîk jî bal kişand ser rewşa zaravayê Kirmanckî yê zimanê Kurdî û got: “Zimanê me rûmeta me ye û nasnameya me ye. Li gorî daneyên sazûmaniya UNESCOyê, li cîhanê di navbera 6 hezar û 7 hezarî de ziman hene. Lê belê, zimanê Kurdî, nemaze zaravayê Zazakî, di nava lîsteya zimanên ku bi xetereya windabûnê re rû bi rû ne de cih digire. Li ser rûyê erdê her 14 an 15 rojan zimanek bi tevahî ji holê radibe. Ji bo ku em pêşî li windabûna zimanê xwe bigirin, peywira herî girîng li ser milê malbatan e. Pêwîst e em di jiyana xwe ya rojane de zimanê Kurdî bixebitînin.”

Piştî axaftina hevşaredaran belgeyên xwendekaran dan wan û bername bi dawî bû.

Etîket: 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê KurdîCejna Zimanê KurdîŞaredariya Rezanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

25 HEZÎRAN 2026
Jin li dijî tundiyê hatin gel hev

Jin li dijî tundiyê hatin gel hev

11 HEZÎRAN 2026
Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

29 GULAN 2026
Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

20 GULAN 2026
ARSÎSAyê ji bo Kurdî dest bi çalakiya 5 rojan kir

ARSÎSAyê ji bo Kurdî dest bi çalakiya 5 rojan kir

20 GULAN 2026
Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

18 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne