• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

SÎHAyê ji malbatekê 3 welatî kuştin

Navenda Nûçeyan /AW

28 ÇILE 2025 - 13:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Balafirên Bêmirov û Biçek ên Tirkiyeyê (SÎHA) gundê Um Hermel ê Zirganê bombebaran kir. Di encamê de ji malbatekê 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHAyê ji herêmê ragihandinê, balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk şevê din saet di 02.30an de li gundê Um Hermel ê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê malek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ji malbatekê zarokek û 2 kesên din jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Navên şehîdan wiha ne: Îbrahîm Ubeyd El Siyad (50), Hisên Ubeyd El Siyad (35) û Cemîl Mihemed Deham El Siyad (zarok). Navên birîndaran jî wiha ne: Şehed Ubeyd El Siyad, Terfa Emo El Siyad, Hind Deham Selîmo, Sîham Deham El Siyad.

Artêşa Tirk di 27ê çile de jî zêdetirî 10 caran êrîşên hewayî û bejayî pêk anî 6 kes hatin kuştin.
Daneyên êrîşên duh ku ji nûçeyên ANHA û Rojnewsê hatin girtin wiha ne:

*Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, balafireke bêmirov a dewleta Tirk bajarê Eyn Îsyê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.

*Li gorî agahiyên çavkaniyan ji herêmê dane, balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Tîna, Bîr Hiso, Xesiq û Sepet depoyên genim ên bajarê Sirînê yên girêdayî başûrê Kobanê bombebaran kirin.

*Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk li devera bajarokê Çiwarqurnê yê Raperînê wesayîteke sivîlan bombebaran kir. Hate zanîn ku di encama êrişê de 4 welatî hatin kuştin û welatiyek jî birîndar bû.

*Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, balafireke bêmirov a dewleta Tirk gundê Um El Sehracî ê dikeve rojavayê bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê bombebaran kir.

*Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, derdora Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê bi balafirên şer ên dewleta Tirk hat bombebarankirin.

*Li gorî agahiyên ANHA bi dest xistine, artêşa tirk bi çekên giran gundên Saramide, Siwêdiyê, Mişêrfê, Hec Hesen û Taîs ên gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê topbaran dikin.

*Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHAyê ji herêmê ragihandine, dewleta tirk êrişî gundên El Gazlî, El Hewîcê û El Heco ên li başûrê bajarê Silûkê yê kantona Firatê kirin. Nûçegihanên ANHAyê diyar kir ku gundên navborî bi obîsan tên topbarankirin.

*Li gor Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk bajaroka Dînarte ya ser bi Akrê bombebaran kirin. Di encama êrişê de 2 welatiyên ku hevjînên hevin jiyana xwe ji dest dan.

*Artêşa dewleta Tirk navenda bajarê Zirganê toparan kir. Li gorî agahiyan navenda bajar bi obîsan topbaran kirin. Li gundê Rebîatê yê di navbera Zirgan û Til Temirê de stasyona sotemeniyê topbaran kir.

Etîket: Um HermelZirganê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne