• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji kampanyaya navneteweyî ji bo Mafê Hêviyê banga çalakbûnê

Navenda Nûçeyan / AW

10 NÎSAN 2026 - 14:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Kampanyaya Navneteweyî bi daxuyaniyekê balkişand ser civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û ji bo bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û naskirina mafê hêviyê banga çalakiyan kir.

Kampanyaya Navneteweyî ya Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî, beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku wê di meha Hezîranê de li Strasbourgê kom bibe, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku divê biryara mafê hêviyê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014an ji aliyê Tirkiyeyê ve bê cîbicîkirin û ji komîteyê hate xwestin ku di vî warî de rola xwe ya çavdêriyê bi awayekî çalak bi cih bîne.

Hate destnîşankirin ku di civînên berê de ji Tirkiyeyê hatibû xwestin ku di vî warî de gavan bavêje û tê payîn ku heta Hezîrana 2026an raporeke pêşketinê pêşkêş bike.

Di pirsgirêka Kurd de qonaxeke krîtîk

Kampanyayê destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de qonaxeke krîtîk hatiye derbaskirin. Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de aktorekî girîng e û anî ziman ku ji bo pêkanîna azadiya wî divê têkoşîn bê mezin kirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

‘Di dema şer de divê em aştiyê biparêzin’

“Di têkoşîna ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de em gihîştin qonaxeke krîtîk. Aştî li asoyê xuya dike, em dikarin bi mezinkirina hewldanên xwe yên hevpar hem li Kurdistanê hem jî li qada navneteweyî bigihîjin vê aştiyê. Di vê çarçoveyê de em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weke destpêkerê sereke yê pêvajoya aştiyê ya heyî ya li Tirkiyeyê dibînin. Bandora Ocalan digihîje geşedanên li herêmên Kurdan ên cîran jî. Di demekê de ku şerên cîhanî derdikevin, divê em parastina îhtîmala aştiyê bikin û li pişt kesên ku ji bo pêkanîna vê yekê dixebitin bisekinin.”

Ji bo Konseya Ewropayê banga ‘bikeve tevgerê’

Di dewamiya daxuyaniyê de ji bo Ocalan wekî mîmar û muxatabê navendî yê van hewldanan hate pênasekirin û banga azadiyê hate kirin. Her wiha bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate kirin ku ji bo biryara DMMEyê û biryara Komîteyê bê cîbicîkirin bikeve nav hewildanê.

Banga name û çalakiyên li qada dîjîtal

Di daxuyaniyê de her wiha ji bo nivîsandina nameyan, îmzekirina kampanyayan, afirandina hişmendiyê di medyaya dîjîtal de û meşandina çalakiyên cuda yên civaka sivîl bang li piştgiran hate kirin. Hate diyarkirin ku formên nameyên pêwîst û navnîşanên dewletên têkildar dikarin ji malpera ‘Ocalan Vigil’ê bên girtin. Hate xwestin ku wêneyên çalakiyên têne lidarxistin ji navnîşana e-peyamê ya [email protected] an jî hesabê @Vigil4Ocalan re werin şandin û hate zanîn ku ev wêne wê di platformên kampanyayê de werin parvekirin.

Etîket: Abdullah OcalanAzadiDMMEMafê Hêviyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne