• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rapora çalakiyên ji bo Rojava: Herî kêm 930 binçavkirin, 123 kes hatin girtin

Enqere / AW

3 NÎSAN 2026 - 15:06
Kategorî: ROJANE
A A
ÎHDê di rapora xwe de daxuyand ku di çalakiyên xwepêşandanê yên piştî êrişên ser Rojavayê de herî kêm 930 kes hatine binçavkirin, tevî rojnameger û zarokan 123 kes jî hatine binçavkirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên di dema çalakiyên prosteyî yên li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin de, parve kir. Rapor, li ser malpera ÎHD’ê hate weşandin. Di raporê de hate gotin ku li seranserî Tirkiye û bakurê Kurdistanê li zêdetirî 22 bajaran herî kêm 70 çalakiyên aştiyane rastî êrişa polîsan hatine, di êrişê de gazên îsotê, guleyên plastîk hatine bikaranîn û tundiya fîzîkî li gelek kesan hatiye kirin. ÎHD’ê, da zanîn ku di çalakiyan de herî kêm 930 kes hatine binçavkirin û rojnameger û zarok jî di nav de herî kêm 123 kes hatine girtin. Hat gotin ku di dema mudaxileya polîsan de kesekî jiyana xwe ji dest daye, gelek kes rastî îşkence û miameleya xerab hatine û ji kesên hatine binçavkirin herî kêm 46 biyanî hatine dersînorkirin.

Di raporê de ÎHD’ê destnîşan kir ku çalakiyên li Riha, Mêrdîn û Amedê ji hêla walîtiyan ve hatine qedexekirin û li Mêrsînê welatiyekî penaber bi guleyeke bêserûber hatiye avêtin jiyana xwe ji des daye. Her wiha di raporê de hate gotin ku herî kêm 5 kes birîndar bûne û ji van 4 jê rojnameger in.

Binpêkirinên li dijî çapemenî û mafê xweîfadekirinê

Bi domdarî ÎHD’ê cih da binpêkirinên li dijî çapemenî û azadiya xweîfadekirinê û got; herî kêm 8 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin, nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Oruç hatiye girtin, hesabên medyaya dijîtal ên Ajansa Mezopotamyayê (MA), JINNEWS, ETHA, Rojnameya Yenî Yaşamê û AW’ê û gelek malperên înternetê hatin astengkirin û bi sedan hesabên medyaya dijîtal jî hatin girtin.

Di raporê de hate gotin ku ji ber naverokên parvekirinên li ser medyaya dijîtal gelek welatî hatine binçavkirin û girtin, 2 jê zarok bi giştî 4 kes ji ber parvekirina vîdeoya vehandina porê hatine binçavkirin û zraokek hatiye girtin. Hat gotin ku hemşîreyek ji ber parvekirina vîdeoya vehandina keziyan ji kar hatiye dûrxistin û bi hincerta ku trîbûnên Amedsporê kareografiya vehandina porê der heqê serokê kulubê û lîstikvan Çekdar Orhan de kirariyên îdarî hatine destpêkirin.

Binpêkirina mafan wek ji rêzê ye tên kirin

ÎHD’ê, di berdewama rapora xwe de da zanîn ku mudaxileya polîsan a di çalakiyan de ne mudaxileyeke mecbûrî û bipîvan bû û di vê mijarê de hiqûq hatiye binpêkirin, gelek caran di çalakiyan de gaza îsotê, guleyên plastîk, ava şid hatine bikaranîn, kiriyarên weke tundiya fîzîkî, ji pişt ve kelemçekirina destan, gef, miameleya biçûkxistinê û astengkirina xizmetên tenduristiyê hatine kirin. Hat daxuyandin ku di hinek bûyeran de tevî welatî pir giran birîndar bûne jî ji parastineke tibbî ya bibandor bêpar hatine hiştin û bi vê yekê re mafê jiyanê û qedexeya îşkenceyê hatine binpêkirin. ÎHD’ê, got ku xwegihandina parêzeran hatiye astengkirin û derengxistin, xwegihandina lîsteyên binçavkiriyan û agahiyên pêvajoyê hatine bisînorkirin, îfade bêyî parêzeran hatine girtin û temînatên parastina taybet a zarokan bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin û ev tevek jî nîşan didin ku ev binpêkirin ne şexsî lê xwedî karekterekî sîstematîk in.

Pêşniyar û daxwazên ÎHDê

Di raporê de ji bo pêşîlegirtina binpêkirinên maf ên di mudaxileyên bûyerên civakî de ev pêşniyar û daxwaz hatin kirin:

“* Divê der heqê binpêkirinên mafê jiyanê yên di dema mudaxilekirina protestoyan û piştre de hatine kirin, der heqê îdiayên îşkence û miameleya xerab, astengkirina xizmetên tenduristiyê, tundiya di pêvajoya girtîgeh û dersînorkirinê de tê kirin û der heqê hemû çalakiyên rayedarên cemaweriyê yên berpirsyar de tavilê lêpirsîneke bêalî, serbixwe û bibandor bê destpêkirin û berpirsyar bi necezakirinê neyên parastin.

* Hewceye qedexekirina protestoyên aştiyane bi temamî neyên qedexekirin, biryarên qedexeyê yên giştî yên walîtiyan bên betalkilrin, mudaxileyên polîsan bi rêgezên qanûnîbûn, armanca meşrû, mecbûrîtî û bipîvaniyê bên sînorkirin.

* Di tevahiya pêvajoyên binçavkirin, sewqk, nexweşxane, girtîgeh û dersînorkirinan de mekanîzmayên venêrînê yên serbixwe divê di dewrê de bin. Hewceye tevahiya pratîkên pêşiya belgekirina îdiayên îşkenceyê bên bidawîkirin û muayene û amadekirina raporan li gorî Protokola Stenbolê bên kirin.

* Hewceye destûr were dayin ku binçavkirî tavilê bikarin bi parêzeran re hevdîtinê bikin û pêwendiyan deynin; divê agahî ji parêzeran re were dayin ka miwekîlên wan li ku derê tên ragirtin, çi jiyaye û rewşa wan a tenduristiyê çawa ye. Îfadeyên bêyî parêzeran tên girtin, belgeyên bi rêya zextê tên îmzekirin û hemû pratîkên derhiqûqî yên ji bo afirandina delîlan divê tabiê pêvajoyên îdarî û cezaî bin.

* Divê zarok ji ber protesto û parvekirinên medyaya dijîtal neyên krîmînalîzekirin; ji bilî rewşên îstîsnaî divê zarok neyên girtin û binçavkirin. Hewceye zarok neyên kelemçekirin, bêyî parêzeran îfadeyên wan neyên girtini, di saetên derengiya şevê de rastî tu kirariyan neyên û di têketina girtîgehan de rastî miameleya xerab neyên. Der heqê van binpêkirinan de hewceye mekanîzmayên lêpirsînê yên tabet bikevin meriyetê.

* Divê di dema şopandina nûçeyan de rojnameger hedef neyên girtin, rastî îşkence û miameleya xerab neyên û neyên girtin; astengiyên li pêşiya malperên înternetê yên rojnameger û dezgehên çapemeniyê bên rakirin û hesabên wan ên medyaya dijîtal neyên girtin. Divê pratîkên keyfî yên cezakirinê yên ji ber parvekirinên medyaya dijîtal bi dawî bibin.

* Li dijî hedefnîşandan û gotinên nefretê yên ji ber nasnameya etnîkî têkoşîn were kirin; meqamên cemaweriyê û aktorên siyasî daxuyaniyên dijberiya civakê çêdikin û dijminatiyê kûr dikin nedin û zimanekî mafparêz û aştiyane bi kar bînin.

*Divêtin Tirkiye di çarçoveya peymanên mafên mirovan ên navneteweyî û berpirsyartiyên xwe yên Destûra Bingehîn de mafê jiyanê, qedexeya îşkenceyê, azadiya civîn û xwepêşandanan, azadiya xweîfadekirinê û mafê darizandina adilane bicih bîne û misoger bike. Her wiha divê Tirkiye ji bo vê bi mekanîzmayên venêrînê yên neteweyî û navneteweyî re hevkariyeke baş bike û li gorî wan tevbigere.”

Etîket: 930 girtin û 123 binçavkirinÇalakiyên piştî êrişên ser RojavaRapora bipêkirina mafan a ÎHDê RApora bipêkirina mafan a ÎHDê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne