• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parêzer Kutevî: Divê ji bo pêvajoyê qanûnek bê derxistin

Bazîd Evren / AW

22 ÇILE 2025 - 10:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Wan – Parêzer Kadîr Kutevî têkildarî pêvajoya bi Abdullah Ocalan re tê birêvebirin axivî û da zanîn ku divê ji bo pêşîgirtina pirsgirêkan û silametiya birêvebirina pêvajoyê di destûra bingehîn de qanûnek bê amadekirin.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 28ê Kanûna 2024an de li gel Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, hevdîtinek kir. Di encama vê hevdîtinê de Şandeya DEM Partiyê bi partiyên siyasî yên Meclisê ne re hevdîtin pêk anîn û ev hevdîtin weke destpêka pêvajoyeke nû hat pênasekirin.

‘Divê qanûnek bê derxistin’

Endamê Baroya Wanê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê parêzer Kadîr Kutevî ku ev bi salan e li ser mafên mirovan dixebite têkildarî pêvajoya tê birêvebirin axivî. Kadîr Kutevî bal kişand ser gotinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û da zanîn ku ev pêvajoya tê meşandin bi xwesteka Serokê MHP Devlet Bahçelî dest pê kir. Kadîr Kutevî gotinên Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Divê di destûra bingehîn de bingeheke hiqûqî hebe ji bo vê pêvajoyê. Ji ber ku divê ev pêvajo li ser esasekê bi rê ve biçe ku li hemberî astengiyan têk neçe. Ka dê çi bidin Kurdan, li ser çi hevdîtin bên kirin divê di destûra bingehîn de cih bigire. Li ser gotegotan be dibe ku ev pêvajo zû têk biçe.”

‘Divê astengî ji bo Abdullah Ocalan neyên derxistin’

Kadîr Kutevî bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û diyar kir ku gelek saziyên fermî yên dewletê jî diçûn Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin dikirin. Kadîr Kutevî anî ziman ku ji aliyê dewlet û desthilatê jî gelek kes heyranê fikrên Abdullah Ocalan in û wiha got: “Abdullah Ocalan xwedî mêjiyeke kûr e. Di Rojhilata Navîn de jî xwedî roleke mezin e. Gelek daxuyaniyên dewletê heta yên Hakan Fîdan bi xwe jî hene ku dibêjin Abdullah Ocalan dikare aştiyekê pêk bîne. Lê divê ji aliyê hiqûqî ve astengî jê re neyên derxistin û hinek maf bên dayîn.”

‘Divê bi hemû partî û saziyên Kurdan re hevdîtin pêk bê’

Kadîr Kutevî derheqê şandeya DEM Partiyê de jî axivî û bi lêv kir ku şande baş e, lê ji bilî vê şandeyê gelek şandeyên dewletê jî diçin girava Îmraliyê. Kadîr Kutevî da zanîn ku divê ev şande li gel hemû partî, sazî û dezgehên Kurdan jî hevdîtinê bike û ev yek anîn ziman: “Ji bilî DEM Partiyê gelek partiyên Kurdan hene, divê li gel wan jî hevdîtinek bê kirin da ku bersiva ‘Kurd çi dixwazin?’ bi girtin. Divê fikir û ramanên Kurdên din ankû partiyên din jî bê guhdarkirin ku hem aştiyeke navxweyî hem jî aştiyeke derveyî Kurdan pêk bê. Ji bo siberoja Kurdan li gor min tişta herî baş ev e.”

‘Aştî dê ji bo hemû gelan baş be’

Kadîr Kutevî têkildarî encama pêvajoyê destnîşan kir ku divê ji bo DEM Partî û Abdullah Ocalan ti astengî dernekevin da ku ev pêvajo bi silametî bi rê ve biçe û got: “Divê dewlet û desthilat pêşiya hemû pirsgirêkan bibire. Ev aştî dê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê baş be û dê di Rojhilata Navîn de jî bibe mînak. Ez dîsa dûbare dikim ku divê nirxekî weke qanûn bê derxistin ku ev pêvajo bi hêsanî bi rê ve biçe û ti pirsgirêk dernekevin. Wekî din wê xetere be.”

Etîket: Abdullah OcalanBaroya WanêKadîr KutevîpêvajoŞandeya ÎmraliyêWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne