• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHD: 7 zarok xistin girtîgehê 2 zarok jî di hepsa malê de ne

Stenbol/ AW

30 ADAR 2026 - 14:08
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A

Stenbol – Komîsyona Zarok û Bîrê ya OHDa Stenbolê bertek nîşanî binçavkirin, girtin û îşkenceyên piştî Newrozê pêk hatibûn da. Sekreteryaya Komîsyona Zarok û Bîrê ya OHD a Stenbolê Meryem Agar diyar kir ku piştî Newrozê hatiye dîtin ku refleksa dewletê ya ewlehiyê hê jî berdewam dike. Meryem Agar da zanîn ku dewlet sekna aştiyê wekî ‘gefa siyasî’ dît, sedan kes hatin binçavkirin û got: “7 zarok di girtîgehê de ne, 2 zarok jî di hepsa malê de.”

 

Newroza 2026an li Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê bi tevlibûna milyonan kesan hate pîrozkirin. Piştî Newrozê li gelek bajaran polîsan avêt ser malan û sedan kes bi îşkenceyê binçav kirin û gelek kes jî piştre hatin girtin. Komîsyona Zarok û Bîrê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê li avahiya xwe ya Beyogluyê daxuyanî da û bertek nîşanî binçavkirin, girtin û îşkenceyên piştî Newrozê pêk hatibûn da. Daxuyanî ji aliyê sekreteryeya Komîsyona Zarok û Bîrê ya OHD a Stenbolê Meryem Agar ve hate xwendin.

‘Gel li qada Newrozê sekna xwe ya aştiyê aşkere kir’

Meryem Agar anî ziman ku Newroz ne tenê rojekî tê pîrozkirin, çand, bîr û dîroka gelê Kurd e û wiha axivî: “Newroza 2026an jî bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî’ hat pîrozkirin. Milyonan kes tevlî Newrozan bûn û dengê xwe bilind kirin. Gel li qada Newrozê sekna xwe ya aştiyê aşkere kir. Li Newrozan ti bûyer derneket. Lê piştî Newrozê me dît ku refleksa dewletê ya ewlehiyê hê jî berdewam dike. Dewlet sekna aştiyê wekî ‘gefa siyasî’ dît û bi sedan kes hate binçavkirin.”

‘7 zarok girtî, 2 zarok jî di hepsa malê de’

Di berdewama daxuyaniyê de Meryem Agar destnîşan kir ku li Stenbolê 15 zarok bi hinceta tevlî Newrozê bûne hatin binçavkirin û ev tişt got: “Ji 15 zarokan 4 jê bi hinceta ‘propangandaya rêxistinê kirine’ hatin girtin, ji 2 zarokan re jî biryara hepsa malê hate dayîn. Li Îzmîrê zarokek bi hinceta ‘Bi lêva xwe hin tişt gotine’ li Êlihê zarokek bi hinceta ‘Li ser dikê stran gotiye’, li Amedê jî zarokek hatiye girtin. Bi giştî 7 zarok di girtîgehê de ne, 2 zarok jî di hepsa malê de ne.”

‘Ji bo faîl derkevin holê me serlêdan kir’

Di dawiyê de Meryem Agar diyar kir ku girtina zarokan li dijî hiqûqê ye û got: “Divê mafê zarokan were parastin. Sûcê ku zarok jê tên sûcdar kirin nayên qebûl kirin. Zarokên ku hatine binçavkirin îşkence li wan hatiye kirin. Tu awayî îşkence nayê qebûlkirin. Li gorî peyamana Netewên Yekbûyî (NY) di xala 37emîn de diyar e ku îşkenceya zarokan li dijî mirovahiyê ye. Em wekî OHDê ji bo faîl derkevin holê me serlêdan kir. Em ê heta dawiyê li pey doza zarokan bin.”

Etîket: Girtin û hefsa malêKomîsyona Zarok û Bîrê ya OHDêMeryem AgarOHDa StenbolêrZarokên binçavkirî û girtî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne