• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

Navenda Nûçeyan / AW

28 ADAR 2026 - 14:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê ev hefte jî li aqûbeta windayan pirs kirin û xwestin winda bên dîtin û faîl bên darizandin û girtin.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) wek her hefteyê ev hefte jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Amed, Êlihê, Colemêrgê û Îzmîrê berdewam kirin. Di çalakiyan de hate xwestin ku winda bên dîtin û faîl û berpirsiyar bên darizandin û girtin.

AMED

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 894emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Hevseroka ÎHDê ya Giştî ya Berê Eren Keskîn, endam û rêveberên ÎHDê yên navend û Amedê, xizmên windayan, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de çalakvanan pankarta ku wêneyên kesên hatine winda kirin û qetilkirin li ser vekirin û wêneyên wan rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Îlyas Eren ê ku di 11ê Adara 1997an li Amedê hate binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin hate xwendin. ‘Aştiyek mayînde bi edalet û heqîqetê pêkane’

Di çalakiyê de Hevserokê ÎHDê yê Giştî Cîhan Aydin beriya ku çîrok bê xwendin, bal kişand ser têkoşîna ji bo windayan tê dayîn û got: “Ev 40 sal in şerekî dijwar tê meşandin. Derdê me ne tol e, derdê me edalet û heqîqet e. Em ê dengê xwe her tim bo edaletê bilind bikin. Em îro behsa aştiyê dikin. Belê aştî baş e em jî jê memnun in. Lê têre nake, ji bo ku ev aştî bibe aştiyeke mayînde divê gavên şênber bên avêtin. Daxwaza me ew e ku kujer bên darizandin û windayên me bên dîtin aştî dê wisa pêk were.”

‘Em ê her tim daxwaza dîtina windayên xwe bikin’

Dû re Birayê Îlyas Eren, Hanîfî Eren bal kişand ser windakirina birayê xwe û da zanîn ku ji bo aştiyek mayînde divê daxwaza xizmên windayan pêk were. Hanîfî Eren di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Faîlên windayên me diyar in. Heke behsa aştiyê were kirin divê dengê me bê bihîstin. Ji bo destpêka pêvajoya aştiyê divê dewlet guh bide me. Ji xwe beriya sed salan mirovên me hatine kuştin û windakirin. Em ji Komeleya Mafên Mirovan spas dikin ku ji me re bûne deng û bi me re li qadan diqîrin. Teqez divê kujer bên darizandin û em ê her tim daxwaza dîtina windayên xwe bikin.”

Piştre jî Rêvebera ÎHDa Amedê parêzer Berfîn Elçî çîroka Îlyas Eren xwend û xwest ku faîlên Îlyas Eren bên dîtin û bên darizandin. Çalakî bi deqîqeyekî çalakiya runiştînê bi dawî bû.

ÊLIH

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û di hefteya 730î de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHDê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan rakirin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê vê hefteyê li aqûbeta Îzzet Seven ê ku di Nîsana 1998an de li Êlihê ji aliye dewletê ve hatibû windakirin pirsîn. Endamê ÎHDa Êlihê Metîn Nas çîroka Îzzet Seven xwend.

Metîn Nas diyar kir ku Îzzet Seven di salên 90î de ji aliyê dewletê ve hate revandin û qetilkirin û çîroka Îzzet Seven a ji devê hevjîna wî wiha vegot: “Îzzet Seven di Nîsana 1998an de piştî nimêja nîvro ji malê derket û ew çû ser karê xwe. Dema ku ew sibehê nehat malê, me ji hevalên wî yên li ser kar pirsî. Wan jî got ku ew nehatiye kar. Me xizmên xwe agahdar kir lê kesî ew nedîtibû. Li ser vê yekê, me dest bi girî û nalînê kir. Di salên 90î de her roj çend kes li kolanên Êlihê dihatin qetilkirin an jî revandin. Me serlêdanên nivîskî ji rayedaran re pêşkêş kirin û îfadeyên me dihatin girtin. Polîsan ji hevjîna Îzzet Seven, Emîne Seven re gotin ku ‘me hevjînê te nedîtiye.’ Pişt re gotin ‘Dibe ku ew ji hêla rêxistina Hîzbullahê ve hatibe revandin.’”

Daxuyanî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

GEVER

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin” li Kolana Hunerê pêk anîn. Malbat û parêzvanên mafên mirovan ku di hefteya 220emîn a çalakiya xwe de hatin cem hev, li aqûbeta Bişeng Anik a 17 salî pirsîn ku di Newroza Şirnexê ya sala 1992yan de hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê hatibû kuştin. Daxuyanî ji hêla Hevserokê ÎHDa Colemêrgê Ozan Akbaş ve hat xwendin.

Akbaş diyar kir ku Anik di roja Newroza 1992yan de bi serdegirtina mala wan a ji hêla tîmên taybet ve hatibû binçavkirin. Akbaş anî ziman ku tevî hemû îtirazên malbatê jî Bişeng Anik hatiye binçavkirin; kesên din ên ku heman rojê hatibûn binçavkirin hatine berdan, lê Anik nehatiye berdan.

Akbaş da zanîn ku tevî hemû serlêdanên malbatê jî rayedaran îdiayên binçavkirin û îşkenceyê red kirine û wiha got: “Serê sibê polîsan li malbatê geriyane û agahî dane ku Anik li qereqolê çeka polîsekî girtiye û dawî li jiyana xwe aniye.” Akbaş destnîşan kir ku tevî malbat çûye qereqol û nexweşxaneyê jî cenazeyê Anik nîşanî wan nedane û rêyên diçin nexweşxaneyê hatine girtin. Akbaş bi bîr xist ku parlamenterên SHPê yên wê demê ji bo lêkolînkirina bûyerê hewl dane, lê waliyê wê demê Mustafa Malay îdiayên îşkenceyê red kirine û parastiye ku bûyer “întihar” e.

Akbaş bal kişand ser daxuyaniyên îtirafkar Murat Îpek ên piştî salan û diyar kir ku beyanên der barê ku Anik piştî îşkenceya di binçavkirinê de jiyana xwe ji dest daye, derketine holê. Akbaş destnîşan kir ku tevî van beyanan jî tu doz nehatine vekirin û hemû serlêdanên malbatê bi hinceta “întiharê” hatine redkirin.

Ozan Akbaş diyar kir ku tevî Bişeng Anik a 17 salî di binçavkirinê de bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye jî, berpirs nehatine dîtin û darizandin. Akbaş anî ziman ku bûyer wekî “faîlê wê nenas” hatiye hiştin û wekî parêzvanên mafên mirovan ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Akbaş ji bo Bişeng Anik û hemû windayan daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHDa Îzmîrê, çalakiya rûniştinê ya ku ji bo bîranîna kesên di binçavan de hatine windakirin ku du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a Konakê berdewam kir. Di daxuyaniyê de pankartên “Winda diyar in, faîl li ku derê ne?” û “Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve” hatin vekirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêvebera Şaxa ÎHDa Îzmîrê Evrim Kubilay ve hat xwendin.

Evrim Kubilay da zanîn ku ew vê hefteyê li aqûbeta Neslihan Uslu, Metîn Andaç, Hasan Aydogan, M. Alî Mandal, Ahmet Şahîn û Mîrze Ateş dipirsin. Kubilay diyar kir ku her şeş windayên navborî li Alaçatiya Çeşmeyê hatine binçavkirin, îşkence li wan hatiye kirin û piştre li keştiyekê hatine siwarkirin û li deryaya Seferîhîsarê keştî hatiye teqandin û got: “TGevî eşgal û nasnameyên kesên tevlî bûyerê bûne diyar in jî, lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û aqûbeta windahiyan di tariyê de hatiye hiştin.”

Evrîm Kubilay destnîşan kir ku dewlet mecbûr e windayan bibîne û faîlan bidarizîne û wiha got: “Divê ev berpirsiyarî demildest pêk were û aqûbeta hemû windahiyan were eşkere kirin. Çend sal derbas bibin jî, em ê ji bo hemû windahiyên xwe daxwaza edaletê bikin û bibîr bixin ku dewlet divê di çarçoveya pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere. Bila windahî werin dîtin, faîl werin darizandin.”

Etîket: Xizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne