• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ber bi xeteriya êrişa nukleerî ve diçe

Navenda Nûçeyan / AW

22 ADAR 2026 - 11:02
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Îranê herema nukleerî jî di nav de êrişî Îsraîlê kir û di encamê de herî kêm 200 kes birîndar bûn. Îsraîlê û Amerîkayê gefa têkbirina pergala enerjiyê li Îranê xwarin. Îran jî bersiv da gefan û got ku heke êriş çêbe ew ê jî êrişî binesaziyên enerjiyê bikin. 

Li gor daxuyaniya medyaya Îsraîlê, duh Îranê bi moşekan êrişê bajarê Arad û herêma nukleerî a Dimonê ya Îsraîlê kir û ji ber vê êrişê gelek kes birindar bûn. Serokê Amerîkayê Donald Trump 48 saet dan Îran ku Kendava Hurmuzê ji çûn û hatinê re veke.

Her ku şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê dirêj dibe bîlançoya şer jî giran dibe. Îranê duh bi moşekan êrişî bajarê Dimonê ya herêma nukleerê ye kir. Ev bi xwe re fikareke mizin jî çêkir. Li gorî raporeke Radyoya Artêşa Îsraîlê, Nexweşxaneya Soroka ya li Beershebayê ragihand ku wan piştî êrişên li dijî bajarên Arad û Dimona 150 kes derman kirine.

‘Herî kêm 200 welatiyên Îsraîlî birîndar bûn’

Birpirsên heremê jî diyar kirin ku di êrişa li dijî bajarê Aradê de 10 jê bi giranî herî kêm 84 kes birîndar bûne. Di êrişa Dimonê ya herema nukleerê de jî herî kêm 75 kes birîndar bûne. Her wiha ji ber parçeyên moşekan yên li derdorên cuda ketine jî gelek kes birîndar bûne. Di daxuyaniyên bi giştî de tê gotin ku hêjmara birîndaran ji 200 kesî zêdetir in. Saziya Atomê aşkera kir ku ji ber teqîna moşekê xesareke nukleerî pêk nehatiye û qirêjiya radyasyonê nehatiye tespîtkirin. Eniya Navxweyî ya Hêzên Parastinê ya Îsraîlê (IDF) piştî nirxandina rewşê û êrîşên moşekî yên Îranê yên duh, li ser Arad û Dimonê biryar da ku parastina ji bo başûrê Îsraîlê xurttir bike.

Trump gefa hilweşandina santralên enerjiyê li Îranê xwar

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social li ser şerê Îranê peyamek parve kir û di peyamê de diyar kir ku Îran di nav 48 saetan de Kendava Hurmuzê bi temamî veneke dê Amerîka hemu santralên enerjiyê yên Îranê hilweşîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî berşya daxuyaniya Serokê Amerîkayê daxuyanî dabû ajansa Tesnimê. Di wê daxuyaniyê de Arakçî digot ku wan Kendavê tenê ji bo welatên ku êrişê wan dikin giritine.
Balkêşe ku di heman demê de 22 welatan bi hev re duh Îranê ji bo Kendava Hurmuzê hişyar kirin.

Îran gefa hilweşandina binesaziya li Amerîka û Îsraîlê xwar

Fermandarê Têkoşîna Hevbeş ya Hêzên Çekdar ên Îranê Xetem el-Enbiya Îro daxuyanî da medyaya Îranê. Di daxuyaniyê de el-Enbiya gef li Amerîka û Îsraîlê xwar. Di gefa xwe de el-Enbiya got ku Amerîka û Îsraîl êrişê tesîsên enerjiya Îranê bikin dê Îran jî binesaziya wan bike hedef û êriş bike.

Etîket: bersivdangefxwarinKendava HurmuzêMetirsiya Êrişa NukleerêŞerê Amerîka-Îsraîlê û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pevçûnên DYA û Îranê: Bîlanço girantir şer berfireh dibe

Pevçûnên DYA û Îranê: Bîlanço girantir şer berfireh dibe

27 TÎRMEH 2026
Êrîşên Îranê belavî Kendavê bûn

Êrîşên Îranê belavî Kendavê bûn

12 TÎRMEH 2026
Amerîka li Kendava Hurmûzê dronên aîdê Îranê xist

Amerîka li Kendava Hurmûzê dronên aîdê Îranê xist

13 HEZÎRAN 2026
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê qeyran kûrtir kirin

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê qeyran kûrtir kirin

1 HEZÎRAN 2026
DYAyê li hedefên Îranê da, pasdaran angaşt ku balefireke DYAyê xistine

DYAyê li hedefên Îranê da, pasdaran angaşt ku balefireke DYAyê xistine

26 GULAN 2026
Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

19 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne