• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Newroz ji ber serîrakirina li dijî Dehaqan rojeke pîroz e’

Êlih /AW

20 ADAR 2026 - 10:16
Kategorî: ÇAND Û HUNER, CIVAK, MANŞET
A A
Êlih – Welatiyên ku li navçeya Kercewsê ya Êlihê tev li Newrozê bûn diyar kirin ku Newroz ji bo Kurdan rojeke nû ye û destpêka serî rakirina li dijî zilma Dehaqan e.

 

Cejna Newrozê bi rojane li gelek tax, gund, navçe û bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê tê pîrozkirin. Yek ji van cihan jî navçeya Kercewsê ya Êlihê bû. Di Newroza Kercewsê de jî gelek kes kom bûn û bi awayekî keyfxweşî govend gerandin û Newroza xwe pîroz kirin.

Welatiyên navçeyê yên ku li qadê bûn, ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku Newroz ji bo wan tê maneya rojeke nû û gotin: “Kawayê Hesinkar di Newrozê de li dijî Dehaqê xwînmij serî hildaye û bûye serfiraziya gelê Kurd. Ji bo gelê Kurd ew roj rojeke gelek bi qîmet e.”

‘Hêvî dikin ku Newroz aştî û azadiyê bi xwe re bîne’

Yek ji welatiyan Ozlem Konak a qala girîngiya Newrozê kir wiha got: “Newroz beriya her tiştî aştiye, ji bo gelê me rojeke gelek pîroz û girîng e. Ev bi hezar salan e, Newroz li vî welatî tê pîrozkirin. Yanî tê wateya kesên ku bindest bigihin azadiya xwe. Em Newrozê ji bo hemû gelê Kurd pîroz dikin û em hêvî dikin ku aştî, azadî, xweşî û wekheviyê bi xwe re bîne. Newroz îro ji berê mezintir bûye. Yên berê jî gelekî xweş bûn, lê niha hê bêhtir gel hişyar bûye û wateya wê fêm dike.”

‘Ew roj rojeke gelek bi qîmet e’

Welatiyê bi navê Mehmet Nûrî Aslan jî anî ziman ku Newroz tê wateya roja nû û wiha got: “21 Adarê ji bo gelê me yê Kurd û ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn gelek girîng e. Kawayê Hesinkar di Newrozê de li dijî Dehaqê xwînmij serî hildaye û bûye serfiraziya gelê Kurd. Ji bo gelê Kurd ew roj rojeke gelek bi qîmet e. Ev pêvajoya ku birêz Abdullah Ocalan bi dewleta Tirk re daye destpêkirin dê gelek tiştên baş bi xwe re bîne. Û ji bo anîna xweşiyê re hinek dem dixwaze. Ev şer di rojekê de dest pê nekiriye, ku ev doz jî di rojekê de biqede.”

‘Newroz ji bo serîrakirina li dijî Dehaqan rojeke pîroz e’

Pişt re welatiya bi navê Gokçe Îdîg jî wiha got: “Newroz ji ber serîrakirina li dijî Dehaqan rojeke pîroz e. Bi taybetî jî bi destpêka hatina biharê re her tim tê pîrozkirin. Demên berê her tim pîroz kirinên Newrozê bi kotekî û bi qedexeyan dihate pîrozkirin. Kes ji tirsa newêribûn bên Newrozê pîroz bikin. Niha li gora wan deman baş e û girseya niha jî xurt tir e.”

‘Newroz ji bo Kurdan rojeke nû ye’

Herî dawî welatiyê bi navê Yilmaz Aslan jî ev tişt got: “Newroz ji bo Kurdan rojeke nû ye. Em hêvî dikin Newroza 2026an bibe sedema azadî, aştî û aramiya welatê me. Niha em di merheleyeke baş de ne, ew jî bi saya şehîdên me ye. Beriya 34 salan li Kercewsê du hevalên me di Newrozê ketin kemînê hat şêhîd xistin. Em wan bi rêzarî û bi minet bi bîr tînin. Em bi saya xwîna wan li van qadan Newrozê bi rihetî pîroz dikin.”

Etîket: Mehmet Nûrî AslanOzlem KonakPîrozbahiyên NewrozêWelatiyên KercewsêYilmaz Aslan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mardîn de xeylê kesî ameyê destbendkerdene

Polîsan li Stenbol û Şirnexê herî kêm 46 kes binçav kirin HATE NÛKIRIN

27 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozên navçeyên Wanê bi boneya wefata Salih Muslim hatin betalkirin

Pîrozbahiyên Newrozên navçeyên Wanê bi boneya wefata Salih Muslim hatin betalkirin

12 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne