• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Sûrê Newroz bi meşaleyan hate pîrozkirin

Amed / AW

11 ADAR 2026 - 20:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengtiya TJAyê, jinan bi dirûşma “Agirê Newrozê ku me ji Zekiye û Rahşanan wergirtiye em ê bi dirûşma ‘azadî û demokrasiyê’ gur bikin” li Bircên Ben û Sen ên navçeya Sûrê agirê Newrozê vêxistin.

Bi pêşengtiya Tevgerên Jinan Azad(TJA), jinan bi dirûşma “Agirê Newrozê ku me ji Zekiye û Rahşanan wergirtiye em ê bi dirûşma ‘azadî û demokrasiyê’ gur bikin” li Bircên Ben û Sen ên navçeya Sûra Amedê agirê Newrozê vêxistin. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û hevşaredarên navçeyên Amedê, endam û rêveberên DBP û DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan kes tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.

Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ey Serok Newroza te pîroz be”, “Jin Jiyan Azadî”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” hatin berzkirin. Ciwanan Çarxa Şoreşê xwendin. Jin bi meşelayan derketin ser sûran û dîmenên reng bi reng derketin holê. Piştre bi stranên Kurdî ve govend gerandin.

‘Em ê têkoşîna xwe bikin govenda gelan’

Aktîvîsta TJAyê Xecê Şahîn di pîrozbahiyê de axivî. Xecê Şahîn Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû cangoriyên Kurdistanê pîroz kir û ev tişt gotin: “Sûr warê berxwedanê ye. Sûr warê têkoşînê ye. Sûr cihê bilindkirina têkoşînê ye. Sûr, cihê Zekiye Alkanan e ku bedena xwe bi agirê Newrozê pêça û agirê Newrozê geş kir. Em jî îro li vir, wek jinên Kurd, wek dayikên Kurd, wek gelê Kurd dibêjin ku; li Sûrê, li cihê berxwedanê, keleha berxwedanê, ew agirê ku wê bi laşê xwe bilind kir, heta ku em bigihêjin azadiyê, heta ku em bigihêjin serkeftinê û em aştiyeke bi rûmet mayînde bikin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin û em ê têkoşîna xwe bikin govenda gelan.”

‘Em vî agirî bi serkeftinê, bi azadiyê tacîdar bikin’

Xecê Şahîn li ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin rawestiya û wiha domand: “Pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk wek jinên Kurd, heta ku vê pêvajoyê bigihînin serkeftinê û heta ku azadiya Rêberê Gelê Kurd a fîzîkî em mîsoger bikin têkoşîna xwe nadin sekinandin. Em ê her bimeşin ber bi azadiyê, heta ku em vî agirî bi têkoşînê, bi serkeftinê, bi azadiyê tacîdar bikin. Em bihara gelan, Newroza gelê xwe û careke din Newroza cangoriyan, a berxwedêran û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din pîroz dikin. Ji bo azadiya fîzîkî em ê têbikoşin. Meşa me ya serkeftinê wê dewam bike.”

Pîrozbahî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: agirAmedNewrozpêxistSur
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne