• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Mûş / AW

8 ADAR 2026 - 16:34
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Berdevka Meclîsa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî di bernameya 8ê Adarê de axivî û diyar kir ku berxwedana jinên Kurd bi saya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geş dibe.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), jinan li Mûşê bi şiara “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” li binê Fîdanliqa Yeşilceyê kom bûn û demeke dirêj bi tilîliyan govend gerandin. Piştî govendê, jin bi erbaneyan û bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî têkoşîna jinan” ber bi taxa Yeşîlyurtê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” û dowîzên “Yek gotin yek çalakî: Jin, jiyan, azadî”, “Jinên azad, civaka azad”, “Kezîyê keça Kurd sembola azadiyê ye” hatin hildan. Jin bi kincên xwe yên herêmî, fularên mor û rozetên 8ê Adarê beşdarî meşê bûn.

‘Pêşengên temînata aştiyê jin in’

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Bozê di bernameyê de axivî û got: “Çawa ku pêşengên aştiyeke birûmet di Pêvajoya Civaka Demokratîk de jin in, di têkoşîn û temînata aştiyê de jî pêşeng jin in. Heke îro muzakereyên aştiyê tên axaftin, dirûşma me jî dê bibe ‘Îro dema jinê ye’. Heke îro jin li kolanan bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ dimeşin û destkeftiyan bi dest dixin, ev bi saya têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e.”

‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’ 

Berdevka Meclîsa Jinan a DBPê Berîvan Bahçecî jî bal kişand ser dîroka 8ê Adarê û diyar kir ku felsefeya “Jin, jiyan, azadî” li tevahiya cîhanê belav bûye. Berîvan Bahçecî wiha berdewam kir: “Wekî jin, em dengê xwe li dijî qetilkirina jinan bilind dikin. Bila ev hişmendiya mêr-serwer baş bizanibe ku berxwedana jinan dê bidome.”

Berîvan Bahçecî gotina Abdullah Ocalan a “Heta jin azad nebe, civak jî azad nabe” bi bîr xist û destnîşan kir ku berxwedana jinên Kurd bi saya nêrînên wî geş bûye.

Piştî axaftinan, jinan li ber erbaneyan govend gerandin û çalakî bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026
Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

Li Stenbolê mitînga 8ê Adarê: Divê ewilî birêz Ocalan azad bibe

8 ADAR 2026
Pervîn Bûldan: Em jin em ê xwedî li pêvajoyê derkevin

Pervîn Bûldan: Em jin em ê xwedî li pêvajoyê derkevin

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne