• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

Navenda Nûçeyan / AW

4 ADAR 2026 - 20:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclisa PJAKê bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku di vê rewşa heyî de di her warî de komîteyên xwe yên rêveberiyên xwe yên herîmî ava bikin û bang li ciwanên Kurd ku tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibin.

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bi rêya daxuyaniyekê, bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku di vê rewşa heyî de di her warî de komîteyên xwe yên rêveberiyên xwe yên herîmî ava bikin. PJAKê her wiha bang li ciwanên Kurd ku tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibin.

Daxuyaniya Meclisa PJAKê wiha ye;

“Bang ji bo gelê welatparêz yê Rojhilatê Kurdistanê

Gelê welatparê Kurd û hemû gelên Zagrosê

Rojhilatê Kurdistanê û Îran ji ber polîtîkayên xerab yên Komara Îslamî ya Îranê bûne meydaneke şer a dijwar. Ji aliyekî ve, vê rejîmê 47 salin gelên Îranê ji mafê wan yê jiyaneke azad û demokratîk bêpar kiriye. Ji aliyê din ve, ew bûye çavkaniya kaosê li Rojhilata Navîn û gef li ser ewlehiya cîhanê. Di encama polîtîkayên wiha de, hikûmeta Îranê bi şerekî re rûbirû ye ku bandorek rasterast li ser jiyan û çarenûsa gelê me li Rojhilatê Kurdistanê dike. Berevajî bendewariyan, şer îhtîmale ku dirêjtir bidome. Ji ber vê yekê, nirxandina bandora şer û amadekariyeke dijwar pêwîste. Rewşek heye ku hejmarek gefên cidî û di heman demê de derfetên dîrokî hildigire. Em bawer dikin ku bi girtina berpirsiyariyê û bicihanîna berpirsiyariyên xwe, em dikarin derfetan bigirin, gefan têk bibin û bandora şer li ser jiyana civakên xwe kêm bikin. Ji bo vê armancê, em xalên jêrîn destnîşan dikin:

1-Em bang li hemû gelê xwe yê berxwedêr dikin ku ruhê yekîtî û hevgirtinê bikin bingeha hêzê da ku vê qonaxê derbas bikin û ber bi serkeftina dawî ve biçin. Divê em bi çavên vekirî û hişmendiyeke siyasî ya kûr tevbigerin da ku em bikaribin destkeftiyên netewî yên herî mezin bi lêçûna herî kêm misoger bikin. Yekîtiya civakî ya bihêz, alîkariya hev, ruhê hevgirtin û bihevrebûnê ku ji çanda civak û exlaqê resen ê Kurd derdikeve, dê sembola pêşîlêgirtin û serkeftina me di vê serdemê de be. Li hemû gund û taxên bajaran, divê em civaka xwe ji gef û bandorên şer biparêzin bi avakirina komîteyên rêveberiya herêmî, dabeşkirina karan di navbera welatiyan de û rêxistinkirina komîteyên parastin, tenduristî û xizmetguzariyê, her wiha lojîstîkê bigihîn serkeftinê. Komara Îslamî hewl dide ku gelê me neçar bike ku li hinek deveran koçber bibe û bê cih û war bibe. Ev beşek ji siyaseta tunekirinê ye û divê em bi yekîtiya civakî li hember vê yekê li ber xwe bidin. Bi windabûna saziyên xizmeta giştî re, divê alternatîfên van saziyan ji hêla gel ve bi awayekî herêmî werin damezrandin. Em dikarin nîşan bidin ku em ne hewceyî dewletê û saziyên wê ne û civaka me dikare xwe birêve bibe. Civaka me mafê xwe heye ku bi têgeha parastina rewa xwe li hember her gefê biparêze û avakirina komîteyên parastinê pêwîstiyek jiyanî ye. Her wiha divê em pir baldar bin da ku rê li ber ketina kirêgirtiyên rejîmê bo nav civak û rêxistinên me yên civakî bigirin û wan kirêgirtiyên ku têne zanîn pişta xwe didin rejîmê û teslîmî tehamulkirina gel dibin teşwîq bikin. Bê guman, rêxistina civakî û netewî dê enerjiya me ya herî mezin ji bo serkeftinê be û divê em ji her demê bêtir hewlên xwe ji bo vê armancê zêde bikin. Dirûşma me eve: ‘Civak çiqas yekgirtî be, ewqas berxwedan; çiqas berxwedan, ewqas azadî.

2- Em bang li hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku bi awayê herî baş rola pêşeng a civakê bilîzin û bibin mertal ji bo parastina gelê me li dijî êrişên ku armanca wan paqijkirina gel û tunekirina azadiya netewa me ye. Ciwanên welatparêz, çi kur çi keç, di serî de berpirsiyarê rêxistinkirin, bilindkirina moral, siyasetkirin û parastina civaka me ne. Ji ber vê yekê, hemû ciwanan di warê amadekarî û perwerdehiya xwe de berpirsiyariyek wan heye. Ciwan dikarin xwe di komên biçûk de rêxistin bikin û perwerde bikin. Her wiha, ew ciwanên ku dixwazin di warên ewlehî û siyasetê de perwerdehiya pêşkeftî bistînin û wekî şoreşgerên pispor xizmeta welatê me bikin, divê tevlî refên Gerîlaya Azadiya Kurdistanê bibin. Tevlîbûna refên gerîla asta herî bilind a helwesta welatparêziyê ye û nîşana mekanîzmayekê ye ji bo netewe û civakê.

3-Ji ber ku hemû navendên leşkerî, ewlehî û îstîxbaratî yên rejîmê ji aliyê artêşên Amerîka û Îsraîlê ve tên bombebarankirin, em bang li gelê xwe dikin ku xwe û malbatên xwe ji van navendan dûr bixin. Hêzên rejîmê jî ji tirsa êrişên hewayî xwe li mizgeft û dibistanan girtine. Bikaranîna dibistan û mizgeftan ji bo armancên leşkerî sûcek li dijî mirovahiyê ye û divê gelê me li dijî dagirkirina van cihan nerazîbûn nîşan bide.Her wiha em pêwîst dibînin ku ji bo parastina jiyana welatiyan ji hemû cihên veşartina hêzên rejîmê dûr bisekinin.

4-Em bang li hemû kesên ku di têkoşîna partiya me de xwedî kedin û ji ber her sedemekê ji refên tevgera me qut bûne, an jî têkiliyên xwe yên rêxistinî winda kirine dikin; di vê rewşa hesas de, tevlî refên partiya me bibin da ku wan jinûve vegerînîn nav xebat û têkoşînê xwe. Hembêza PJAKê wekî her carê ji hemû têkoşeran re vekiriye.

Di dawiyê de, em tekez dikin ku derbasbûna vê qonaxê bo peravên aştî û azadiyê bi yekîtiya hemû beşên civakê ve girêdayî ye.”

Etîket: banggelkomîteyên rêveberiyêPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

30 HEZÎRAN 2026
Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

28 HEZÎRAN 2026
Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

26 HEZÎRAN 2026
Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

25 HEZÎRAN 2026
Li Wan û Agiriyê gel vexwendin mitîngê

Li Wan û Agiriyê gel vexwendin mitîngê

24 HEZÎRAN 2026
Saziyên Sivîl yên Amedê gel vexwendin ‘Mitînga Azadiyê’

Saziyên Sivîl yên Amedê gel vexwendin ‘Mitînga Azadiyê’

21 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne