• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo li ser gora xwe hat bibîranîn

Amed / AW

16 ÇILE 2025 - 15:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Kedkarê Çapemeniya Azad Yilmaz Yakût, di 3yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Yek ji “Generalên Biçûk” ên Apê Mûsa (Mûsa Anter) û belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Yilmaz Yakût (Kalo), di 3yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Hevserokên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, Selman Çîçek û rojnameger tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de ji bo rojnamegerên hatine qetilkirin deqeyek rêz hate girtin.

‘Tevahiya emrê xwe fedayî heqîqetê kir’

Dîcle Muftuoglû piştî rêzgirtinê axivî û got ku Kalo yek ji wan generalan bû ku heqîqet digihand ber destê gel. Dîcle Muftuoglû, wiha domand: “Tevî ewqas zex, zilm, tundî û îşkenceyê jî Kalo dev ji belavkirina rojnameyan berneda. Kalo ji bo van astengiyan derbas bike her carê rêbazekê cuda bi kar anî û rojname gihand ber destê gel. Heta dawiya jiyana xwe jî bi vê kelecanê jiya. Digot ku dema karê xwe dikir, di navbera rojname, heqîqet û gel de dibû pirek. Tevahiya emrê xwe fedayî vê heqîqetê kir û ji bo rastî bigihijin ber destê gel têkoşiya. Heman têkoşîn û bawerî îro jî didome. Hevalên me yên weke Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî ji bo rastiyê bigihînin gel têkoşiyan û tevî canê xwe ji dest dan jî rastî derxistin holê. Kalo jî yek ji wan bû.”

‘Têkoşîna me ya heqîqetê dê bidome’

Dîcle Muftuoglû, da zanîn ku nexweşiya bûye sedema mirina Kalo ji ber îşkenceyên di dema binçavkirinê de lê peyda bûbû û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî van nexweşiyên xwe jî Kalo tu caran dev ji belavkirina rojnameyan berneda. Em ji wî gelek tiştan hîn bûn, nifşê nû gelek tiştan ji wî hîn bû. Em careke din soz didin ku tevî hemû astengkirin û komkujiyan jî dê têkoşîna me ya heqîqetê bidome.”

Beşdaran gul danîn ser gora Kalo û bîranîn bi dawî bû.

Etîket: bibîranînÇapemeniya AzadDFGli ser gora xweYilmaz Yakut
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Generalên Biçûk ên Apê Mûsa bi bîr anî

DFGê Generalên Biçûk ên Apê Mûsa bi bîr anî

20 MIJDAR 2026
Doza 19 rojnemevanên tên darizandin hat taloqkirin

Doza 19 rojnemevanên tên darizandin hat taloqkirin

10 MIJDAR 2026
Ji bo rojnamegerên jin ên Kurd projeya mafparêzî û belgekirinê dest pê dike

Ji bo rojnamegerên jin ên Kurd projeya mafparêzî û belgekirinê dest pê dike

5 MIJDAR 2026
DFG: Di Cotmehê de 20 rojnameger hatin binçavkirin û 6 rojnameger hatin girtin

DFG: Di Cotmehê de 20 rojnameger hatin binçavkirin û 6 rojnameger hatin girtin

3 MIJDAR 2026
Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

29 COTMEH 2026
Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

Tuncer Bakirhan li Amedê serdana saziyên rojnamegeran kir

25 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne