• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em ê li dijî tundiyê û polîtîkayên bişaftinê li qadan bin’

Omer Demîr / AW

1 ADAR 2026 - 09:08
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Stenbol – Rêvebera Komaleya Dema Jinan Derya Aslan diyar kir ku ew ê li dijî tundî, polîtîkayên bişaftinê û kuştina jinan li qadan bin û dengê xwe bilind bikin û 8ê Adarê li qadan daxwaza aştiyê bikin.

Amadekariyên sazî û dezgehên jinan ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bênavber berdewam dikin. Li Stenbolê jî di çarçoveya 8ê Adarê de gelek çalakî û xebat tên lidarxistin. 8ê Adarê dê li Stenbolê jin dakevin qadan û daxwaz û dengê xwe bilind bikin. Komeleya Dema Jinan sala 2020an li Stenbolê hatiye damezrandin û xebatên jinan bi rê ve dibe.

Rêvebara Komaleya Dema Jinan Derya Aslan têkildarî 8ê Adarê nêrînên xwe anî ziman.

‘Jin şer naxwazin û li dijî polîtîkayên şer têdikoşin’

Derya Aslan diyar kir ku îro jin pêşengiyê ji pêvajoyê re dikin û got: “Dema ku li her welatê cîhanê şer hebê yên ku herî zêde bandor dibînin jin û zarok in. Îro pêvajoyekî heye, divê em hê zêdetir bixebitin û xwe bigihînin tevahî jinan. Heke aştî were êdî tu kes jiyana xwe ji dest nadê. Aştî dê bandorê bide her kesî. Jin şer naxwazin û li dijî polîtîkayên şer têdikoşin. Jin li dijî şer çi destê wan bê dikin. Li Rojava şerekî hebû, jin li dijî şerê li vir bertek nîşan dan. Li Rojava jiyanakê hevpar heye, ew êriş jî ji bo destkeftiyên jinan holê rakin pêk hatin. Jin li avahiyan hatin avêtin, keziyên jinan hate jêkirin. Ji bona wan êrişan em daketin qadan. Li ku tundî hebê em ê li qadan in. Jin li herderê cîhanê sînoran rakirin, bertek êrişên li ser Rojava dan. Tevahî jin dengê xwe kirin denge Rojava. Rojava ji bo jinan mînak e. Jin moralê xwe ji Şoreşa Rojava digirin.”

‘Em li vir in, em naçin tu derî’

Derya Aslan da zanîn ku li ser jinan neheqî li ku hebe ew ê li wir têbikoşin û wiha got: “Ji bo tundiya li ser jinan ji holê bê rakirin em dixebitin. Îro em ber bi 8ê Adarê ve diçin. Lê em dizanin ku têkoşîn ne tenê rojekî ye. Îro destkeftiyên jinan ji destê wan tê derxistin. Desthilatdar ji bona wê polîtîkayên taybet derdixe. Em ê bi şîra ‘li dijî tundî, şer û îstismarê li vir in’ qadan bin. Em li vir in, em naçin li tu derî. Bi van gotinan em ê li qadên 8ê Adarê bibin. Di 8ê Adarê de li Kadikoyê mitîng heye. Em ê li vir bin û paşê jî tev li ‘Meşa Şevê’ ya 8ê Adarê bibin. Niha ji bo 8ê Adarê em belavok belav dikin ku jin li qadan dengê xwe bilind bikin.”

‘Em ê li her derî mafê jinan biparêzin’

Derya Aslan destnîşan kir ku bi salan e têkoşîna jinan berdewam dike û wiha axivî: “Jin hêza xwe ji têkoşîna xwe digirin. Ev hêz jî dîroka têkoşîna jinan tê. 8ê Adarê li New Yorkê destpê kir û heta îro didome. Bi pêşniyara Clara Zetkin 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate ragihandin. Ev roj sembola berxwedana tevahî jinên cîhanê ye. Jin li ku bin ji bo mafê xwe berxwe didin. Îro gelek cihan mafê jinan tê binpêkirin. Li Afganîstanê tevahî mafê jinan ji destê wan hat derxistin. Li herderî îro şer heye û mafê jinan tê binpêkirin. Li Tirkiyeyê jî mafê jinan li ser gotina ye. Her roj jin tên kuştin. Em ê li her derî mafê jinan biparêzin û li dijî polîtîkayên baviksalarî têbikoşin.”

‘Em bi reng û xemla xwe li qadan bin’

Derya Aslan got ku jin li 8ê Adarê di serî de daxwaza aştiyê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo aştiyekî mayînde em ê qadan bin. Em ê li qadan polîtîkayên desthilatdar ên li dijî jinan dengê xwe bilind bikin. Îro îstismarkirina zarokan zêde bûye. Ji bo parastina zarokan em ê qadan bin. Em dibêjin ku ‘parastina jinan parastina zarokan e.’ Jin li herderî êrişên destkeftiyên xwe dê bibêjin em li vir in. Em ê li herderî bin û mafê xwe biparêzin. Heta îro jin têkoşînekê bêhempa da dê ji niha şun ve jî têbikoşe. Em bi reng û dengê xwe li qadan bin. Em jin li hemberî tundî, polîtîkayên bişaftinê û kuştina jinan qadan bin û dengê xwe bilind bikin.”

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêKomeleya Dema Jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

Li Stenbolê kargeha zarokan hat lidarxistin

18 GULAN 2026
Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

Jin li Colemêrgê meşiyan: Êdî jin pêşeng in

8 ADAR 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

Li Enqereyê bi hezaran jin meşiyan: Em ê pergala desthilata zilam biguherînin

8 ADAR 2026
Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

Jinan li Mûşê 8ê Adarê pîroz kir

8 ADAR 2026
Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

Li Îdirê jin civiyan: Têkoşîna jinan li her derê ye

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne