• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bajarên Rojavayê Kurdistanê amadekariya 8ê Adarê dikin

Navenda Nûçeyan / AW

28 SIBAT 2026 - 16:07
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Kongra Star bernameya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bernameya bajarên Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê bi daxuyaniyekê par vekir. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku jin dê hêz, nasname, ziman û axê biparezin.

Kongra Star bi daxuyaniyekê hûrgiliyên çalakiyên ku dê ji 1ê Adarê heta 8ê Adarê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li 6 bajaran bên lidarxistin, eşkere kir. Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê ya Qamişloyê ji aliyê berdevka Kongra Star a Qamişloyê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” jin dê destkeftiyên şoreşê biparêzin. Di peyamê de hate gotin ku 8ê Adarê ne tenê roja şahiyê ye, lê roja teqezandinê, bilindkirina asta rêxistinê û berxwedana li hember zihniyetên ku dijminatiya nasnameya jina azad dikin e.

‘Jin dê ziman û axê biparêzin’

Kongra Star di daxuyaniyê de bîranîna şehîdan, di serî de Denîz Çiya, Feraşîn û Rojbîn û tevahî şehîdên têkoşîna jinan kir û diyar kir ku jin dê rêya berxwedanê bidomînin. Her wiha hate diyarkirin ku jin bi fedekariyên xwe civak ber bi azadiyê ve birine û ji bo aştiyê û demokrasiyê roleke bingehîn girtine. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, tevî êrişên ku li dijî jinan, nasname û çanda wan tên kirin, jin dê bi ruhê Şoreşa Jin berxwedanê bidomînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Kongra Star bal kişand ku jin dê li hember kujerên jinan û civakê bibin mertalên berxwedêr û ax, ziman, nasname û rûmeta xwe biparêzin.

Kongra Star ragihand ku çalakî li bajarên Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê dê bên lidarxistin.

Bernameya çalakiyên 6 bajaran wiha ye;

1ê Adarê: Bajar, rê û kolan dê bi destê jinan bên xemilandin û kezîyek 100 metre were hûnandin. Li Qamişloyê bi pêşengiya Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn çalakiyên hunerî dê li Navenda Mihemed Şêxo bên lidarxistin.
2yê Adarê: Li Tirbespiyê civîna jinan dê bê lidarxistin. Li Qamişloyê rêzesemîner û sinevîzyon dê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan bê lidarxistin. Li Çilaxayê pankartên bi dest hatine xêzkirin dê bên daliqandin.
3yê Adarê: Li piraniya bajaran dê semîner bên çêkirin û serdana malbatan bê kirin.
4ê Adarê: Li Amûdê civîna jinan bê lidarxistin. Jinên ciwan û Kongra Star bi hev re serdana gundê Jinwar bikin. Li Qamişloyê semînerên parastinê li du cihan bên lidarxistin. Serdana malbatan bidome û bi şev serdana bendên parastinê bê kirin. Her wiha balonên ku li ser wan “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye nivîsandin bên berdan ezmanan.
5ê Adarê: Li Dêrikê dê meşa bi meşaleyan bê lidarxistin û filmek bê pêşandan. Li Girkê Legê ji bo kedkarên jin dê gul werin dayîn. Li Tirbespiyê civînek dê bê lidarxistin. Li Qamişloyê meşa bi meşaleyan û li Amûdê semîner dê bên dayîn.
6ê Adarê: Li Dêrikê bi pêşengiya jinên ciwan çalakiyek dê bê lidarxistin û bi zarokan re balon bên firandin.
7ê Adarê: Li hemû pakrewangehên şehîdan bi malbatên wan re mûm dê bên vêxistin. Li Çilaxayê gul dê li jinan werin belavkirin. Li Girkê Legê meşa bi meşaleyan dê bê lidarxistin. Li Amûdê dê daxuyanî bê dayîn û kezî bê hûnandin.
8ê Adarê: Li Qamişlo û Dêrikê dê du şahîyên mezin bên lidarxistin.

Etîket: AmedêÇilaxaDirbêsiyeGirkê Legê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

26 HEZÎRAN 2026
Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

18 HEZÎRAN 2026
Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

19 GULAN 2026
Klînîkên gerok ên Heyva Sor li Dêrik û Qamişloyê xizmetê didin

Klînîkên gerok ên Heyva Sor li Dêrik û Qamişloyê xizmetê didin

19 NÎSAN 2026
Li Amûdê û Girkê Legê bangawaziya serbestberdana dîlgirtiyan

Li Amûdê û Girkê Legê bangawaziya serbestberdana dîlgirtiyan

7 NÎSAN 2026
Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a Dirbêsiyê serlêdanên Kurdan qebûl dike

Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a Dirbêsiyê serlêdanên Kurdan qebûl dike

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne