Amed – Akademîsyen û Hiqûqnas Vahap Coşkûn diyar kir ku girîngiya bingehîn a Qanûna Çarçoveyê ew e ku pêvajoyê kişandiye ser zemîneke hiqûqî û wiha got: “Ev qanûn qanûna yekem e, ne qanûna dawî ye. Gava ku pêvajo pêş bikeve, aliyên wê yên kêm dikarin bi rêziknameyên hiqûqî yên nû werin derbaskirin.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demoktatîk ya ku di 27ê Sibata 2025an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, êdî kete merheleyeke nû û girîng. Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di 5ê Tebaxê de ji aliyê AKPê û MHPê ve ji Serokiya Meclisê re hat pêşkeşkirin. Bi qanûna çarçoveyî di dîrokê de cara yekem pirsgirêka Kurd ne di çarçoveya ewlehiyê de lê di çarçoveya hiqûqê de hat nirxandin. Qanûn dê ji Komîsyona Edaletê re bê şandin û tê payîn roja yekşemê di Desteya Giştî ya Meclisê de bibe qanûn.
Akademîsyen-hiqûqnas Vahap Coşkûn têkildarî Qanûna Çarçoveyê ji ajansa me re axivî.
Vahap Coşkûn da zanîn ku armanca pêvajoya çareseriyê ya ku hat dest pê kirin, ne çareserkirina meseleya Kurd bû, ew pêvajoya geşedaneke ku bêçekkirina PKKê dikir armanc û wiha axivî: “Qanûna çarçoveyê ya ku em îro li ser diaxivin jî li gorî vê têgihiştinê hatiye amadekirin. Di qanûna ji 12 xalan pêk tê de, komên ku hatine daxilkirin û komên ku ji derveyî çarçoveyê hatine hiştin hene. Dema em li kesên ku ketine nav çarçoveyê dinêrin; sûcên têkildarî damezrandin û rêvebirina rêxistinê, endamtiya rêxistinê, alîkariya zanebûnî û bi daxwazî ya ji bo rêxistinê, propaganda rêxistinê û fînansekirina rêxistinê di nav çarçoveyê de cih digirin. Li beramberî vê, sûcên têkildarî kuştina mirovan û yên ku berî sala 2005an sûcên ku cezayê hefsê yê muebeda girankirî an jî muebetê daxwaz dikin kirine, ji derveyî vê çarçoveyê hatine hiştin. Her wiha dema em li pêşniyara qanûnê dinêrin, ji bo Abdullah Ocalan tu rêziknameyeke taybet nîne. Kadroyên rêveberiya rêxistinê jî nikarin ji vê rêziknameyê sud werbigirin.”
‘Qanûn pêvajo kişand ser bingeha hiqûqî’
Di berdewama axaftina xwe de Vahap Coşkûn diyar kir ku qanûna çarçoveyê dê di cih de neyê sepandin û wiha pê de çu: “Piştî ku Lîjneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) daxuyand ku PKK bi temamî hat tasfiyekirin û ev daxuyanî di Rojnameya Fermî de hat weşandin, qanûn dê bikeve meriyetê û di nav 6 mehan de yên ku şertên wan guncavin dikarin serlêdan bikin û ji vê qanûnê sud werbigirin. Pêwîst e ev pêvajo bi qasî ku pêkan e bilez werin qedandin. An ku hem biryara MGKê hem jî pêvajoya piştî wê divê di demeke herî kurt de were pêkanîn ku di vê pêvajoyê de asayîbûnek bê peydakirin. Girîngiya bingehîn a vê qanûnê ew e ku pêvajo kişandiye ser zemîneke hiqûqî ku ev pêvajo dê êdî li ser zemîneke hiqûqî bê nîqaşkirin. Ji ber vê yekê, ev qanûn qanûna yekem e, ne qanûna dawî ye. Dibe ku ji niha û pê ve jî hin rêziknameyên hiqûqî werin çêkirin.”
‘Bêguman, aliyên qanûnê yên ku werin rexnekirin hene’
Vahap Coşkûn anî ziman ku bi vebûna Meclisê re, dibe ku di çarçoveya vê pêvajoyê de çêkirina rêziknameyên hiqûqî yên din jî bibe rojev û ev tişt gotin: “Ev rêziknameyên hiqûqî dikarin bi du awayan werin pêkanîn: Ji aliyekî ve dikarin qanûnên nû werin afirandin, ji aliyê din ve jî di nav qanûnên heyî de guhertin dikarin werin kirin. Ji bo nimûne, di ‘Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê’ de, Qanûna Sazkirinê û Qanûna Cezayê ya Tirk de hin guhertin dikarin werin kirin. Ji ber vê yekê, têgihîştineke merheleyî ya pêvajoyê heye. Pêvajoyek bi vî rengî hatiye sêwirandin ku pêşî bê kişandin ser zemînekî hiqûqî, ji wê derê hin kiryar werin encamdan û heke pêvajo baş bimeşe, paşê derbasî rêziknameyên hiqûqî yên pêwîst bibin. Ji ber vê yekê di heyama pêş de jî dertê holê ku derketina hin pêdiviyên hiqûqî û li gorî vê jî çêkirina rêziknameyan wekî îhtîmalekê dixuye.”
‘Divê qanûn tu kesî ji derve nehiştiba’
Di dawiya axaftina xwe de Vahap Coşkûn bi lêv kir ku aliyên qanûnê yên ku werin rexnekirin hene û wiha derbirî: “Bi dîtina min, divê qanûn bi awayekî berfirehtir bihata amadekirin û tu kes ji derve nehatibûya hiştin. Lê belê, aliyan ji bo kêmkirina rîska siyasî rêbazeke merhale bi merhale û gav bi gav tercih kirine, ev jî mijareke fehmbar e. Qanûn, pirsgirêkê dikişîne ser zemîna hiqûqî û di vê çarçoveyê de erênî ye. Gava ku pêvajo pêş bikeve, aliyên wê yên kêm dikarin bi rêziknameyên hiqûqî yên nû werin derbaskirin.”













