Amed – Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Mûhîttîn Mûgûç, têkildarî pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” destnîşan kir ku guherîna pênaseya lêpirsînê ya ji terorîzekirinê ber bi civakbûnê ve, cihê hêviyê ye lê qedexeyên siyasî yên di dema berdana bişert de, cihê rexneyê ye.
Di 5ê Tebaxa 2026an de têkildarî pirsgirêka Kurd pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî Meclîsê hate kirin. Ev pêşnûmeya ku piştî banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derket holê. Nîqaşên li ser destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê kete rojevê, nîqaşên hiqûqî û siyasî jî bi xwe re anîn. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Mûhîttîn Mûgûç, derbarê hûrgilî, naverok û encamên hiqûqî yên vê Qanûna Çarçoveyê de ji ajansa me re axivî.
‘Pêşnûme ji bo gava destpêkê guherîneke girînge’
Mûhîttîn Mûgûç da zanîn ku qanûna navborî ji bo kesên ku di nav Tevgera Azadiya ya Kurd de cih girtine, derfeta tevlîbûna nava civakê û rêya kirina xebatên sîvîl vedike. Muhîttîn Mûgûç bal kişandin ser guherîna li ser peyva ‘Tirkiyeyeke bêteror’ ya di metnê zagonê de û wiha axivî: “Dema ku ev pêvajo dest pê kir û lijneyek li Meclîsê hate avakirin, nêzîkatiyeke ku meseleyê wekî ‘teror’ pênase dikir hebû. Lê di çarçoveya vê zagona nû de, em dibînin ku ev pênase hatiye guhertin. Êdî pênaseyeke wekî ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’derketiye pêş. Ev guherîn, derketina ji naveroka terorîzekirinê ye û gaveke gelekî erênî ye. Hem ji bo avakirina hişmendiya pêşerojê hem jî ji bo ku gelê Kurd bi hêviyeke xurt xwedî li vê pêvajoyê derkeve, guherîneke girîng e.”
Kî dê ji zagonê sûdê werbigire?
Di berdewamiya axaftina xwe de Mûhîttîn Mûgûç diyar kir ku kesên di qonaxa lêpirsînê de ne, yên ku dozên wan dewam dikin, kesên ku dozên wan bi encam bûne an jî cezayê wan di qonaxa înfazê de ye, dê bikaribin ji vê zagonê sûdê werbigirin û got: “Kesên ku di lêpirsînan de cih girtine, rêveberî kirine, bi dilxwazî piştgirî dane, xebatên propagandayê kirine û yên ku di warê aborî de (bi hinceta fînansekirina rêxistinê) hatine darizandin, dê di bin sîwana vê zagonê de bin. Tenê îstîsnayek heye kesên ku di qadê de bi qestî bûne sedema kuştina kesekî û li ser vê bingehê bi cezayê muebetê an jî muebeta girankirî hatine cezakirin, dê nekaribin ji vê yasayê sûdê werbigirin. Ji xeynî vê komê, bi temamî her kes dê bikaribe bi nivîskî daxwaznameya xwe bişîne dozgerî an jî dadgehên peywendîdar.”
‘Divê ji bo serbestberdana demekî qedexeya siyasî dê were kirin’
Mûhîttîn Mûgûç destnîşan kir ku piştî zagon derbas bibe dê pergala kontrolê dest pê bike di vê demê de qedexeya siyasî li ser kesên bên berdan heya demekî dê hebe û axaftina xwe wiha domand: “Li gorî zagonê kesên ku cezayê wextê ku were darizandin, di wê zagonê da cezayê bi ser 15 salan de be, heta 5 salî dê bikeve kontrolekê. Ew kesên ku cezayê 15 salan be, ew kontrola wexta wê dê 10 sal be, wisa hatiye tayînkirin. Ew kesên ku di nav 5 sal û 10 salan de kontrol dane wan dê nekarin kar û xebatên siyasî bikin. Yanî ewên ku di vê demê de hatine taloqkirin/sekinandin, dê vana tu sûdê jê nebînin. Heta ku temam dibe, siyaseta wan qedexe ye. Heke kesên di bin kontrolê de di vê demê de sucekî siyasî an jî edlî nekin, cezayê wan betal dibe. Lêbelê eger Meclîs vê zagonê erê bike, ji bo wan kesên ku qet sûcek nekirine an jî tenê propaganda, endamtiya aborî, an jî fikir/ raman sûc kirine, ev qanûn dê bibe mîladek.”
‘Ji bo xalên neyînî têkoşîna xwe bidomînin’
Di dawiya axaftina xwe de Mûhîttîn Mûgûç wekî aliyekî neyînî yê zagonê bal kişand ser bêparkirina ji mafên siyasî û wiha got: “Di nav wê heyama kontrolê ya 5 an jî 10 salan de, hemû mafên siyasî yên van kesan tên rawestandin. Ew ê nekaribin bibin namzet, xebatên siyasî bikin û heta mafê wan ê dengdayînê jî dê tune be. Zagon ev e. Lê ji bo me Kurdan tiştê girîng nêzîkatiya me ye. Em dixwazin wekî gel xwedî li vê pêvajoyê derkevin em ê tiştên erênî derxin pêş, ji bo xalên neyînî yên li dijî hiqûq û mafên mirovan jî, em ê di qada hiqûqî û civakî de têkoşîna xwe bidomînin.”












