Şaredarê Şemrexê yê berê Husnu Tur li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.
Husnu Tur ê ku di serdema Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) de Şaredarê Şemrexê bû, li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê ya ku lê tedawiya Alzheimerê didît jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tur ê ku di 93 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê hat veşartin. Piştî veşartinê li Şemrex û Mêrdînê şîn hat danîn. Nûnerên rêxistinên demokratîk û gelek welatî serdana şînê kirin.
Bernameya şînê bi duayan bi dawî bû.













