• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
12 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên Tirk nahêle gundiyên Til Temirê biçin malên xwe

    Leşkerên Tirk nahêle gundiyên Til Temirê biçin malên xwe

    Şaredarê Şemrexê yê berê Husnu Tur jiyana xwe ji dest da

    Şaredarê Şemrexê yê berê Husnu Tur jiyana xwe ji dest da

    Ugur Şakar, Osman Gelîş derewand: Min bi îradeya xwe raya xwe da

    Ugur Şakar, Osman Gelîş derewand: Min bi îradeya xwe raya xwe da

    ‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Şaxên ÎHDê: Divê girtiyê nexweş Celal Yildirim tavilê were berdan

    Şaxên ÎHDê: Divê girtiyê nexweş Celal Yildirim tavilê were berdan

    ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nêçîrvan Barzanî: Pêvajoya aştiyê derfeteke mezin e

Navenda Nûçeyan / AW

12 COTMEH 2026 - 19:03
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di rewşa niha de li pêşiya Kurdan şer û derfet hene û got: “Pêvajoya Aştiyê ya li gel Tirkiye û Serok Abdullah Ocalan cidî ye. Serketina pêvajoyê hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo Tirkiye derfeteke mezine, ji bo serketina pêvajoyê em alîkarin û destkeftiyên Kurdan li Rojava pir girîng e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê tevlî Forma MERI bû û têkildarî rewşa Kurdan a li hemû beşên Kurdistanê axivî.Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de destnîşan kir ku niha destpêka qonaxeke nû ye, weke Kurd hem gef hem jî derfetên li pêşiya wan heye û got: “Ez bawer dikim ku weke Kurd derfet zêdetire. Ez di wm baweriyê de me ku metirsiya herî mezin zêdetir metirsiya aborî ya li ser Iraqê ye. Ji ber ku Iraq neftê hinarde dike û yekane rê jî kirîza Hormuzê ye. Eger ev yek di demeke nêz de neyê çareserkirin, metirsiya herî mezin e.”

Barzanî ev nirxandin kir: “Derfetên Kurdan li gorî her welatekî ku lê dijî hene, dikare li ser bixebite da ku pirsgirêkên xwe çareser bike. Heta ku min bi Erdogan re hevdîtin nekir, min nizanîbû ku pêvajo çiqasî cidî ye û ji ber vê yekê pêvajo ji aliyê Serok Abdullah Ocalan ve cidî ye. Normale ku gav sist bin, ji ber ku 40 salin ji bo gelekê tê gotin tune ye.

Tevî ku ji pêvajoyê ti destkeftek nehatibe bidestxistin jî; heta niha du salin dilê ti dayîkekê neşewitiye. Ev jî nîşan dide ku pêvajo di rêya rast de diçe. Emê alîkarê pêvajoyê bikin û dikîn jî. Tişta pêwîst bi Qendîl û Enqereyê re me kiriye û em ê berdewam bikin. Divê dem ji bo pêvajoyê bê bê dayîn.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku serketina pêvajoyê ji bo herêma Kürdistanê gelekî bi sûde û wiha got: “Di warê têkiliyên bi Tirkiyeyê re û di heman demê de ji bo hevsoziya bi birayên me yên li Tirkiyeyê jî girînge. Ji bo me û Tirkiyeyê jî dibe qonaxeke girîng û cuda. Divê em rê nedin destên ku naxwazin ev pêvajo bi ser bikeve.”

Barzanî bal kişans ser rewşa li Rojava û wiha pê de çû: “Înîsiyatîfa li Rojavayê Kurdistanê hatî avakirin silav dikim, dibe ku modela Başûrê Kurdistanê li rojava neyê sepandin. Cudahiya erdnîgariyê û gelek tiştên din hene. Meseleya xwendinê li cem hevalan gelekî girînge û pêşketin heye. Sûriye ne tenê welatekî Erebe, Kurd, Ereb û Dûrzî têde hene. Ya li Rojava girîng yekdengiya Kurdan a li Şamê ye. Heval Mazlum Ebdî, divê mirov rast bû. Nabe ku mirov bi çaveke kêm lê binêre. Li Sûriyeyê nasnameya Kurdan tune bû, niha nêzîkî 17 hezar kes di nav hêzên ewlehiyê de ne û xwendina zimanê Kurdî ber bi pêş ve diçe. Ev destkeftiyên girîngin. Min bi General Mazlum re axivî û ji min re got ku gelek şaşiyên me kirine hûn hûn nekin, pêwîste Kurd li gorî rastiya wî welatî bijîn.”

Nêçîrvan Barzanî qala aliyên siyasî yên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê jî kir û got: “Hêzên muxalîf ên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê pêwîst bû hê bi berpirsyariyeke mezintir tevbigerîbûna. Têkildarî herêma Kurdistanê jî em bi berdewamî li ser kar bûn û siyaseta me ew bû ku nabe herêm bibe beşek ji vê şerî, nabe herêm bibe cihê ku gef li Îranê bê xwarin.”

Herî dawî Nêçîrvan Barzanî ev got: “Ez difikirim ku tişta li Tirkiyeyê heye ji bo çareseriyê li Îranê nîne. Lê her kes dizane ku pirsgirêka Kurd a li Îranê bi înkarê nayê çareserkirin. Em hêvî dikin ku pirsgirêka Kurd li gorî taybetmendiyên Îranê bê çareserkirin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Leşkerên Tirk nahêle gundiyên Til Temirê biçin malên xwe

Leşkerên Tirk nahêle gundiyên Til Temirê biçin malên xwe

12 COTMEH 2026
Şaredarê Şemrexê yê berê Husnu Tur jiyana xwe ji dest da

Şaredarê Şemrexê yê berê Husnu Tur jiyana xwe ji dest da

12 COTMEH 2026
Ugur Şakar, Osman Gelîş derewand: Min bi îradeya xwe raya xwe da

Ugur Şakar, Osman Gelîş derewand: Min bi îradeya xwe raya xwe da

12 COTMEH 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

12 COTMEH 2026
Şaxên ÎHDê: Divê girtiyê nexweş Celal Yildirim tavilê were berdan

Şaxên ÎHDê: Divê girtiyê nexweş Celal Yildirim tavilê were berdan

12 COTMEH 2026
Bafil Talabanî: Li gel Îranê pêvajoyeke weke li Tirkiyeyê dest pê kiriye

Bafil Talabanî: Li gel Îranê pêvajoyeke weke li Tirkiyeyê dest pê kiriye

12 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne