• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bîranîn

Riha / AW

9 TEBAX 2026 - 17:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate binîranîn. Rojnamevan Gulîstan Gulmuş di bîranînê de axivî û got: “Armanca wî her tim gihandina rastiyê ji bo gelê xwe bû. Em ê jî li ser bingeha armanca wî, gihandina rastiyê ji bo gelê xwe berdewam bikin.”

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bîranîn. Nûnerên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Fıratê, DEM Partiyê ya Rihayê, malbata Denîz û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.

‘Gel her tim xwedî li şehîdê xwe derket’

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê xwişka Huseyîn Denîz, Newroz Algaç axivî. Newroz Algaç behsa têkoşîna Huseyîn Denîz kir û got: “Şehîd şehîdê gelê xwe ye. Gel her tim xwedî li şehîdê xwe derket. Mesele ne ew e ku mirov çiqas dijî, mesele ew e ku di jiyana xwe de çiqas kar û tiştên hêja kiriye. Huseyîn Denîz di jiyana xwe ya 36 salan de mamostetî, nivîskarî, bavîtî û zaroktî kir. Kesekî ronakbîr bû. Hêvîdar im em careke din wan rojan nebînin.”

‘Em ê li ser rêya rastiyê bin’

Piştre li ser navê DFGê Rojnamevan Gulistan Gulmuş axivî û wiha got: “Di kesayeta hevalê Huseyîn de em hemû şehîdên Çapemeniya Azad bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Îro em ne tenê ji bo bîranînê hatine vir, di heman demê de em hatine spasiya hevalê Huseyîn bikin ku di nav wan kesan de ye ku ev mîras ji me re hiştiye. Armanca wî her tim gihandina rastiyê bo gelê wî bû. Em ê jî li ser bingeha armanca wî, gihandina rastiyê bo gelê xwe berdewam bikin. Şehîd namirin.”

‘Mîrasa berxwedan û têkoşînê berdewam dike’

Di bîranînê de herî dawî Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û ev tişt anîn ziman: “Di kesayeta Huseyîn Denîz de em kedkarên têkoşîna azadiyê û şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin. Huseyîn Denîz nirxekî vî bajarî û vî welatî bû. Di salên 90î yên tarî de li nîveka kolanê hate kuştin. Kesên ku ji rastiyê ditirsiyan, xwestin pênûsa Huseyîn Denîz bişkînin û wî bêdeng bikin. Di wê serdemê de tevî Huseyîn Denîz bi sedan rojnamvan hatin qetilkirin. Mîrasa berxwedan û têkoşînê ya ku wan hiştiye, îro jî berdewam dike.”

Bîranîn, bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne