Festîvala Hevdîtina Jinan, Ked, Çand û Hunerê ya ji hêla KASEDê û Şaredariya Farqînê hat lidarxistin di roja duyemîn de berdewam kir. Di festîbalê de defîleya cilûbergên Kurdî yên ji her çar aliyên Kurdistanê gatin nîşandan û li ber kilamên dengbêjiyê govend hate gerandin.
Şaredariya Farqînê û Komeleya Jinan a Wêje, Çand û Hunerê (KASED) li Parka Rindêxan a navçeyê Farqînê ya Amedê festîvala Hevdîtina Jinan, Ked, Çand û Hunerê li dar xistin. Bernameya ku hate lidarxistin, bi nîşandana defîleya cilûbergên Kurdî yên ji her çar aliyên Kurdistanê û bi kilamên dengbêjiyê û bi gerandina govendê di roja duyemîn berdewam kir.
Rêveber û endamên DEM Partiyê yên navçeyê û gelek welatî, jin û zarok tev li bernameyê bûn. Di hevdîtinê de ked û karê jinan, hilberîn û hevgirtina jinan hate nîşandan. Jin bi eleqeyeke mezin beşdarî festîvalê bûn. Di hevdîtinê de stand hatin vekirin û jin di bernameyê de berhemên xwe yên ku çêkirine nîşan dan.
Bername bi gotina kilamên hunermenda Kurd Hediye Kalkan û Merve Atmiş û bi gerandina govendê di roja duyemîn de bi dawî bû.
Dê festîval sibê bi stranên JINMAyê û Koma Govendê ya Dîcle û Firatê bi dawî bibe.






















