Şaxa 15an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê careke din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî (Mirzanî) birî.
Şaxa 15an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê careke din girtiya siyasî ya jin a Kurd Werîşe Muradî (Mirzanî) bi darvekirinê mehkûm kir. Dîwana Bilind a Îranê biryara darvekirinê ya berê ji ber kêmasiyan betal kiribû û ji bo ku lêkolînên nû bên berhevkirin dosye şandibû heman dadgehê. Lê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê careke din cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî birî.
Rejîma Îranê cezayên darvekirinê li Kurdan dibire
Li gorî agahiyên ku ji aliyê parêzerên parastinê ve hatine belavkirin 13yê cotmehê biryar hat ragihandin. Di biryarê de Werîşe Muradî bi hinceta “endama rêxistina çekdarî” hatiye sûcdarkirin. Hate diyarkirin ku ji bo nerazîbûn û temyîzkirina biryarê li Dîwana Bilind a Îranê 20 roj wext heye.
Parêzerê Werîşe Muradî Keywan Ezîzî bertek nîşanî biryara nû da û destnîşan kir ku Dadgeha Şoreşê daxwazên Dîwana Bilind ên ji bo lêkolînê bi cih neaniye û heman xeletiyan didomîne.
Parêzerê din Emîr Seccadî da zanîn ku ji bo biryara darvekirinê ti belge û delîlên pê bawer tune ne. Emîr Seccadî diyar kir Werîşê Muradî di ti çalakiyên li dijî Komara Îslamî de cîh negirtiye û çalakiyên wê tenê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de li Rojavayê Kurdistanê bûne.













