• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Polîtîkayên înkar û qeyûm didomin’

Wan /AW

21 SIBAT 2025 - 18:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, di çalakiya li Wanê de diyar kir ku gelê kurd ji bo aştî û çareseriyê têdikoşe û got: “Kurd ji bo aştiyê têdikoşe. Lê hûn polîtîkayên xwe yên qirêj, înkar û qeyûm didomînin.”

Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li ber Van Mallê daxuyaniyek dan. Girseyê di daxuyaniyê de pankarta “statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” vekirin û dowîzên “bila Kurdî bibe xwedî statu”, “zimanê me hebûna me ye”, “Herder Kurdî, herdem Kurdî” û “Zimanê min welatê min e” rakirin. Girseyê dirûşmên “bê ziman jiyan nabe” û “qeyûm ji Kurdistanê here” berzkirin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar, parlementerên herêmê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, mamosteyên kurdî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Zimanê kurdî rastî zext û zoriyan tê’

Di daxuyaniyê de ewilî Heval Dilbihar axivî û diyar kir ku hemû kurdên azadîxwaz, bi salan e bi armanca parastin û azadiya zimanê kurdî û hemû zimanên din, ne tenê 21ê sibatê, her roj di nava têkoşîneke domdar de ne. Heval Dilbihar, anî ziman ku neteweya kurd, neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye, zimanê kurdî jî zimanekî herî qedîm û binirx ê mirovahiyê ye. Heval Dilbihar, destnîşan kir ku kurdî hê ne xwedî statuyekê ye û wiha pê de çû: “Perwerdeya bi kurdî hê jî pêk nehatiye. Berovajî vê yekê, zimanê kurdî hê jî ji gelek aliyan ve tê qedexekirin, rastî zext û êrişan tê, di dorpêça pişaftin û tunekirinê de ye. Dîsa zimanê kurdî, li meclîsê û saziyên fermî nayê qebûlkirin, her cureyê zextan li ser kurdî tên meşandin, li her derê Kurdistanê saziyên pergala serdest wek aşê pişaftina kurdî dixebitin; ku ev kurdîkujî ye û sûcekî mezin ê mirovahiyê ye. Herçiqas di encama têkoşîna gelê kurd a dîrokî de, ev polîtîka û kiryar bi ser neketibin û têk çûbin jî, ji gelek aliyan ve, bi rê û rêbazên nûjenkirî, alav û amûrên cur bi cur berdewam dikin. Bi milyonan zarokên kurd hê jî bi pişaftineke xedar re rû bi rû ne û ji zimanê xwe tên dûrxistin, nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.”

‘Rêzdar Ocalan têkoşîneke bêhempa dimeşîne’

Heval Dilbihar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got ku nêzîkatiya desthilatdariya pergala tirkperest a ji bo zimanê kurdî, rasterast bi nêzîkatiya hemû nirxên kurdan re têkildar e. Heval Dilbihar, da zanîn ku hemû dorpêçkirin, zext û tecrîdên li her qadê girêdayî hev in û ev tişt got: “Mînaka vê ya herî şênber, tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan e; ku rêzdar Abdullah Ocalan ji destpêkê heta niha bi paradîgmaya xwe ya dîrokî, civakî, azadîxwaz û demokratik, serbestî û azadiya hemû ziman, çand û nasnameyan dixwaze; ji bo wê têkoşîneke bêhempa dimeşîne; derbarê zimanê dayikê, bi taybetî derbarê zimanê kurdî de gelek nirxandin kirine û bi caran bangên dîrokî yên xwedîlêderketina zimanê kurdî û hemû zimanên din kirine. Rêzdar Ocalan, di bin tecrîdeke giran de, di bin şert û mercên dijwar de, hê jî ji bo azadî û aştiya hemû netewe û zimanan têkoşîna xwe didomîne; bi taybetî jî ji bo pergaleke azadîparêz, demokratik û aştiyane hewl dide ku zimanê kurdî û hemû zimanên din din ava azadî û aştiyê de bibin xwedî statu û zimanê perwerdehiyê. Ji ber vê yekê tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan, di heman demê de tecrîda li ser zimanê kurdî û hemû zimanên din ên bêstatû û bêperwerde ne. Bêguman têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêzdar Ocalan, di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya kurdî û hemû zimanên din e.”

‘Bila kurdî bibe xwedî statû û zimanê fermî’

Heval Dilbihar, destnîşan kir ku Kurd û hemû derdorên azadîxwaz û mirovahîparêz, gelek zelal dibêjin ku daxwaza wan ya statuya neteweya kurd û zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî xeta wan ya sor û jêneger e. Heval Dilbihar, wiha dawî kir: “Em wek saziyên li jêr bang li desthilatdariya pergala serdest dikin û dibêjin ku hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rake, bila di hemû qadên jiyanê de, hemû qadên civakî, giştî û fermî de kurdî serbest be, kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanekî fermî, hemû mafên kurdî di zagona bingehîn de bên mîsogerkirin, ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi kurdî perwerde bê dîtin. Bi van hest û ramanan, Em wek saziyên li jêr ‘21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî’, di serî de li gelê kurd, li hemû gelên cîhanê pîroz dikin.”

‘Kesek tenê bimîne jî dê ziman çand û dîroka kurdî berdewam be’

Dû re Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku qeyûm tayînî cihê wê kirine, axivî û diyar kir ku AKP ya ber bi xelabûnê ve diçe, bi van polîtîkayan temenê xwe dirêj dike û wiha axivî: “AKP dixwaze li ser qirkirina Kurdan temenê xwe dirêj bike. Lê wê têkoşîna gelê Kurd destûrê nede AKPê. Nekarîn vîna gelê Wanê li ser sindoqan têk bibin, nekarîn mazbataya hilbijartinê bi dest bixin, niha dest bi lîstikên nû kirin. Gelê Wanê destûr neda van polîtîkayan. Wan jî dît ku desteserkirina vîna gelê Kurd ne hêsan e. Gelê Kurd ne Kurdên berê ye. Ev meş ji bo azadiya jin û gelê Kurd hate destpêkirin û heta azadiya Kurdistanê wê bidome. Ev têkoşîn wê ti carî bi dawî nebe. Bi tayînkirina qeyûman dixwazin rengên bajarên kurdan û ziman û çanda me bidin jibîrkirin. Kesek tenê bimîne jî dê ziman, çand û dîroka kurdî berdewam be. Berxwedana gelê me wê bigihêje serkeftinê.”

‘Hûn zagonên xwe bin pê dikin, lewma desthilata we ne rewa ye’

Bayindir, anî ziman ku tu kes polîtîkayên AKP’ê qebûl nake, hikûmet riziyaye û ber bi tunebûnê ve diçe û wiha got: “Erdogan herî dawî ji bo aştiya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de daxuyanî da. Hûn li wir aştiyê pêk tînin, li vir polîtîkayên şer dixin meriyetê. Gel aştiyê dixwaze, lê hûn polîtîkayên qeyûm dixin dewrê. Dev ji van polîtîkayên durû û qirêj berdin. Kurd dixwazin li vî welatî bi ziman û nasnameya xwe azad bijîn. Me bi zagonên we ev şaredarî bi dest xistin. Hûn guh nadin qanûnên xwe, wê demê hûn ne dewlet in, hêza we ne rewa ye. Rêz li vîna gelê Kurd bigirin. Birêz Öcalan bi însiyatîfa mezin di şert û mercên dijwar de çareseriyê pêşkêş dike. Îradeya aştî û azadiyê ya li vî welatî derdixe holê. Kurdistaniyên li çar aliyê cîhanê niyeta xwe ragihandin û bi yek dengî piştgirî dan vîna Birêz Ocalan. Niha du tablo derdikevin pêşberî me; Pêşî Kurd bi hemû sazî û dezgehên xwe bi yek dengî diqîrin ku ew çareserî û aştiyê dixwazin. Di tabloya duyemîn de; “Hûn çiqas aştî û çareseriyê bixwazin jî ez ê polîtîkayên xwe yên qirêj, polîtîkayên înkar û emanetê bidomînim.” Hêza we ji ya me ne mezintir e. “Îradeya çareseriyê wê zîhniyeta we ya astengdar têk bibe.”

‘Îradeya çareseriyê wê hişmendiya we têk bibe’

Keskîn Bayindir, anî ziman ku tu kes polîtîkayên AKP’ê qebûl nake, desthilat riziyaye û ber bi tunebûnê ve diçe. Keskîn Bayindir, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan herî dawî ji bo aştiya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de daxuyanî da. Hûn li wir aştiyê pêk tînin, li vir polîtîkayên şer dixin meriyetê. Gel aştiyê dixwaze, lê hûn polîtîkayên qeyûm dixin dewrê. Dev ji van polîtîkayên durû û qirêj berdin. Kurd dixwazin li vî welatî bi ziman û nasnameya xwe azad bijîn. Me bi zagonên we ev şaredarî bi dest xistin. Hûn guh nadin qanûnên xwe, wê demê hûn ne dewlet in, hêza we ne rewa ye. Rêz li vîna gelê Kurd bigirin. Birêz Ocalan bi însiyatîfeke mezin di şert û mercên dijwar de çareseriyê pêşkêş dike. Îradeya aştî û azadiyê ya li vî welatî derdixe holê. Kurdistaniyên li çar aliyê cîhanê niyeta xwe ragihandin û bi yek dengî piştgirî dan vîna Birêz Ocalan. Niha du tablo derdikevin pêşberî me, pêşî Kurd bi hemû sazî û dezgehên xwe bi yek dengî diqîrin ku ew çareserî û aştiyê dixwazin. Di tabloya duyemîn de jî em çiqas aştî û çareseriyê bixwazin jî hûn polîtîkayên xwe yên qirêj, polîtîkayên înkar û qeyûm didomînin. Hêza we ji ya me ne mezintir e. Îradeya çareseriyê wê hişmendiya we têk bibe.”

Piştî axaftinan girse heta ber avahiya KURDÎGEHê bi dirûşmên “zimanê me rumeta me ye”, “qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” meşiyan.

Etîket: înkarKeskîn BayindirKurdOcalanQeyûm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

Li Stenbolê civîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk: Apo bi ser ket

16 TEBAX 2026
Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

31 TÎRMEH 2026
Ji qeyrana sedsalî ber bi firsenda dîrokî ve: Peymana Lozanê û pêvajoya aştiyê

Ji qeyrana sedsalî ber bi firsenda dîrokî ve: Peymana Lozanê û pêvajoya aştiyê

24 TÎRMEH 2026
Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

19 TÎRMEH 2026
Bayram Bozyel: Divê Kurdên din jî wek Rojhilat hevkariyê bikin

Bayram Bozyel: Divê Kurdên din jî wek Rojhilat hevkariyê bikin

16 TÎRMEH 2026
Hêzên Îranê zarokekî Kurd kuşt

Hêzên Îranê zarokekî Kurd kuşt

10 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne