Bi pêşengiya Platforma Şiyar Be bi dirûşmeya “Ne girêdayî madeyên hişbirê, girêdayî jiyanê bibe” li Êlihê çalakiyarûniştinê hat lidarxistin û daxuyanî û gotin: “Divê herkes ji mala xwe û bajarên xwe berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Ew berpirsyarî ne ya malbatekî ye, ya derdorên kesên ku wê madeyê dikşînin e.”
Bi pêşengiya Platforma Şiyar Be bi dirûşmeya “Ne girêdayê madeyên hişbirê, girêdayê jiyanê bibe” li Parka Habîp Başkan a li taxa Karşiyakayê ya Êlihê li dijî fihûş, madeyên tiryak û hişbirê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, aktîvîstên TJAyê, endamên Platforma Şiyar Be û gelek welatî tev li bûn. Li ser dowîzan “Şiyar be, azadî xweşe xwe azad bike” û “Şiyar be jiyan xweş e” hatibûn nivîsandin û li ser pankartê jî “Çeka herî bi hêz li dijî hişbirê civakek bi hişmendî ye” hat daliqandin.
Endama Platforma Şiyar Be ya Êlihê parêzer Gulbahar Kaya da zanîn ku girêdayîbûna madeyê êdî di temenekî herî biçûk de ketiye nava jiyana mirovan û got ku ew made êdî bûye weke meseleyekê di nava her malbatê de heye û wiha axivî: “Ev mesele ne ya malbatî ye, meseleya hemû civakê ye. Kesên ku di nava vê civakê û van kiryarên qirêj de cih digirin gelek in. mixabin ev rewş li her dera Êlihê berbelav bûye û zarokên gelek biçûk jî madeyên hişbirê bikar tînin. Divê herkes ji mala xwe û bajarên xwe berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Ew berpirsyarî ne ya malbatekî ye, ya derdorên kesên ku wê madeyê dikşînin e. Meselya pêşeroja wê civakê û wan zarokan e. Berê dema ku dihat bîra me, digotin; araq û hişbir dayîka hemû qirêjiyan e. Lê niha jî êdî bûye bavê hemû qirêjiyan. Lê em bavê van qirêjiyan jî nas dikin. Yên ku vê madeyê bikar tînin bi tenê xesarê nadin xwe, di heman demê de didin hemû civakê. Em zanin kî difiroşe û dide ciwanan, lê em ji wan ne berpirsyarin, em ji wan ciwanan bibin berpirsyar in. Di aliyê hiqûqî de li vî welatî qanûneke cezayê heye. Di nava van qanûnan de hem firotana hişbirê û bikar anîna wê sûce. Em weke dayîk û bav ji her tiştî berpirsyar in ji zarokên xwe jî berpirsyar in ku divê van madeyan bikar neynin.”
‘Êdî weke berê reaksiyoneke civakî tune ye’
Derûnas Firat Bavlî jî bal kişand ser meseleya hişbir û tiryakê û got ku zarok di temenekî gelek biçûk dest bi van qirêjiyan dikin û ev tişt got: “Di temenê 13-14 salî de û heta em dikarin bêjin li gelek deveran bûye temenê 9-10 salî. Mirov dixwaze di 13-14 saliya xwe û heta 20 saliya xwe jixwe re şexsiyetekê û nasnameyekê ava bike. Em dikaribin xwe û derdora ji gelek madeyên wisa qirêj biparêzin. Mixabin di 10 salên dawî de kolektîvîteya civaka Kurd hinek ketiye. Beriya wê made, bahis, qumar, kêm bûn û ew qas pirsgirêkên civakê tune bûn. Niha jî ji ber ku êdî weke berê reaksiyoneke civakî tune ye, gelek hêlên civakê ji rastiya xwe hatine dûrxistin. Civak dema ku bi rêxistin kirî be, made nikare nêzîkî wê civakê bibe. Niha êdî hatiye wê astê ku ji bo ciwanan kesên rol model kesên mafyatîk in. Kesên ku di destê wan de çek hene ciwan wan ji xwe re dikin mînak. Êdî kesên xwend e û rewşenbîr ji bo ciwanan ne mînak in. Mixabin ev jî ji ber medya dîjîtal wisa bûye.”
Çalakî bi belavkirina belavokên li ser wan “Li dijî fihûş, tiryak û hişbirê şiyar be” hatibûn nivîsandin bi dawî bû.

















