Nobeda koma alîgirên KuçeAmed û ciwanan li dijî fihûş û hişbirê di roja 3yemîn de berdewam kir.
Koma alîgiran a KuçeAmed û ciwanan li Qada Batikentê li dijî hişbir û fihûşê ji bo piştevaniya pêngava “Rabin” ku Platforma Şiyar Be yê daye destpêkirin di roja 3yemîn de bi çalakiya nobedê berdewam kir. Endamên komên alîgirên Amedsporê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek ciwan tevli nobedê bûn. Ciwanan li qadê bênavber dirûşmên “Ciwan li vir in, firoşkar li ku ne” “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana ciwanan” berz kirin. Her wiha li qada çalakiyê pankarta “Li vir im nobedar im” li ser hatibû nivîsandin hat daliqandin û kon hate vekirin. Çalakiya nobedê bi stran û gerandina govendê heya derengiya şevê berdewam kir.















