• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
10 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

    ‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

    50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

    50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

    Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

    Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

    Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

    Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Amed / AW

10 COTMEH 2026 - 17:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Jinên ku di Civîna Giştî ya 50’emîn a Baroya Amedê de axivîn, bal kişandin ser kêmbûna temsîliyeta jinan a di her serdema baroyê de û gotin: “Hebûna jinan a di nava rêveberiyê de, tenê bi peydakirina wekheviya madî ya ji aliyê temsîliyet, înîsiyatîf û berpirsiyariyê ve wateyeke siyasî qezenc dike.”

Civîna Lijneya Giştî ya Asayî ya 50emîn a Baroya Amedê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ku du rojan bidome dest pê kir. Parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Adalet Kaya, Serhat Eren, parêzer, hiqûqnas, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî civînê bûn. 

Piştî diyarkirina dîwanê ji bo hiqûqnasên ku jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin. Civîn bi xwendina raporên faaliyetan û bi dayîna plaketên ji bo kesên ku 25 sal in di nav kar û barên hiqûqê de ne berdewam kir. 

‘Me ji bo çand, ziman û statuya gelê Kurd têkoşîn da’

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç axivî û 103 kesên ku di 10ê Cotmeha 2015an a Komkujiya Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Guleç têkildarî xebatên ku di navbera 2 salan de meşandine agahî da û bal kişand ser xebatên ku di dema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatine meşandin û hevdîtinên ku kirine û ev tişt gotin: “Me ji bo çand, ziman û statuya gelê Kurd têkoşîn da. Ev erka baroyê ye. Ji niha û şûn ve bibim serok an nebim, ev ji bo min rêyek e ku divê tê de bimeşim.”

‘Em xebat, deng û îradeya jinan wek mafekî bingehîn dibînin’

Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û Komîteya Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)a  Şaxa Amedê belgeya helwestê ya hevpar eşkere kirin. Li ser navê OHDyê parêzer Zîlan Esen metna hevpar xwend û ev tişt got: “Baroya Amedê, di tevahiya dîroka xwe de her dem li dijî neheqiyê bi ber xwe daye. Li ku derê mafek hatibe binpêkirin, li ku derê sûcdar hatibin parastin, Baroya me li wir bûye dengê wekheviyê. Baroya me, parastina azadî, wekhevî û mafê jiyanê yê jin, zarok û hemû mirovan, ne tenê wekî karê xwe, wekî wezîfeyek polîtîk qebûl dike. Lê îro, divê em bi heman wêrekî li vê yekê jî binêrin ka ew pergala mêrserdest û newekheviya zayendî ya civakî ku em li derveyî sazî û rêxistinên xwe li dijî wê derdikevin û gelo di nav sazî û rêxistinên xwe de jî ji nû ve tê çêkirin an na. Em di baroya xwe de xebat, deng û îradeya jinan wek mafekî bingehîn dibînin. Hebûna jinan di rêveberiyê de tenê wê demê wateyeke siyasî distîne ku wekheviya rastîn di warê temsîliyetê, desthilatdariya biryardanê û berpirsiyariyê de çêbibe. Divê mafê jinan ê axaftinê, îmzekirinê û diyarkirina rojevê bi awayekî wekhev were misogerkirin. Divê mafê wan ê temsîlkirina baroyê û kontrolkirina biryaran jî wekhev be.”

‘Divê bibin avakarên vê guhertinê’

Zîlan Esen da zanîn ku ev belgeya hevpar a ku wan xwend, nîşana îradeya jinê ye û wiha axivî: “Em bi vê belgeyê tenê nabêjin em li dijî çi ne; em eşkere dikin ku em baroyeke çawa dixwazin! Em baroyeke wisa dixwazin ku; jin tenê ji bo hejmarê xuya nebin, bila îrade û dengê jinan rê bide hilbijartinan û biryarên baroyê. Em rêveberiyeke wisa diparêzin ku; deng, desthilatdarî, îmze, butçe û berpirsiyarî bi awayekî wekhev were parvekirin, hêz di destê yek navendê de nebe. Em dixwazin polîtîka û biryarên jinan di biryarên baroyê de cih bigirin. Em qebûl nakin ku keda jinan û îradeya wan, tenê bi kêfa rêveberiyê be û li paş bimîne. Em dixwazin ku jin di her warî de hebin; bila jin bi xwe çanda xebatê, nîzam û polîtîkaya baroya me diyar bikin! Ji bo me, têkoşîna wekheviya zayendî tê vê wateyê ku awayên desthilatê yên mêrserdest, hiyerarşî, pêşbazî û têgihiştina rêveberiyê ya ku her tişt di destê yek navendê de kom dike, bên guhertin. Armanca me avakirina baroyekê ye ku li ser bingeha xebata hevpar, piştgiriya hevdu, berpirsiyariya hevpar û nîqaşa demokratîk be. Em dixwazin ku ev helwest, ne bi kêfa rêveberiyan be û ne jî bi dilê kesan be. Divê ev yek bibe qanûn û şertê sereke ji bo hemû komîsyon, navend û endamên baroyê. Em wekî Komîsyona Jinan a OHD’ya Amedê û KHM’ê; li dijî her tiştê ku dengê jinan tenê ji bo xuyabûnê bi kar tîne, derdikevin. Ji bo avakirina baroyeke azad, ku tê de rêveberî, îrade û berpirsiyarî bi awayekî wekhev tê parvekirin, em îradeya xwe ya têkoşîna hevpar eşkere dikin.Em bang li hemû hevalên xwe dikin ku bibin avakarên vê guhertinê”

Piştî xwendina belgeyê namzetê baroyê Abdulkadîr Guleç axivî û li ser xebatên ku bikin rawestiya û bal kişand li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha got: “Naveroka pêvajoya ku ji bo aştiya civakî tê meşandin kêm e, lê belê ji aliyê bidawîbûna pevçûnê û berdan çekan ve destpêkeke girîng e. Lê belê aştiya timî tenê bi berdana çekan nayê avakirin. Di nava jîngeheke ku wekhevî û edalet lê tên peydakirin, tevlêbûna demokratîk lê xurt dibe û hiqûqa demokratîk lê esas tê girtin de pêkan e. Em perwerdehiya bi zimanê zikmakî, parastina mafên çandî yên gelan û xurtkirina rêveberiyên herêmî diparêzin. Weke di şexsê Tahîr Elçî de, em ê li kêleka daxwaza edaletê ya Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û hemû kesên ku rastî zilmê hatine cih digirin.” 

Namzetê din ê baroyê Sertaç Buluttekîn jî têkildarî xebatên ku bikin û derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ev tişt gotin: “Edaleta civakî û aştiya civakî bi pêvajoyê ve girêdayî ye û hevdu temam dikin. Aştiya civakî yek ji mijarên bingehîn e ku di nava berpirsiyariya dîrokî ya baroya Amedê cih digire. Em ê dîtinên xwe yên li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî, parastina mafên çandî û dawîanîna li cûdakariyê bi biryardarî pêşkêş bikin.”

Piştre parêzeran rexne, pêşniyar û dîtinên xwe yên derbarê civînê pêşkêş kirin. Rêveberiya Baroya Amedê wê piştî hilbijartinên Civata Giştî ya 50’emîn ku sibê bê lidarxistin dê diyar bibe.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

10 COTMEH 2026
Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

10 COTMEH 2026
Bahçelî : Koordînatoriya siyasîbûnê mafê Îmraliyê ye

Bahçelî : Koordînatoriya siyasîbûnê mafê Îmraliyê ye

10 COTMEH 2026
Amedsporê lîderî di deqîqeya dawî de winda kir

Amedsporê lîderî di deqîqeya dawî de winda kir

10 COTMEH 2026
Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

10 COTMEH 2026
Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

10 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne