Hezên Ked, Aştî û Demokrasiyê yê Stenbolê û Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê di salvegera 11emîn de qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê meşek li dar xist. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku aştî ji bo wan ne tenê dirûşm e û wiha hate gotin: ” Hevalên me yên ku 10ê Cotmeha 2015an de hatin kuştin bi daxwaza aştiyê li wir bûn. Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye.”
Hezên Ked, Aştî û Demokrasiyê yê Stenbolê û Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmeh bi mûnesebeta komkujiya li Enqereyê ya ku di 10ê Cotmeha 2015an de li ber Gara Enqereyê di mîtinga “Ked, Aştî û Demokrasiyê” de bi êrişeke bombeyî ya DAIŞê 104 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bûbûn, li Stenbolê bi meşek hatin bîranîn. Endam û rêveberên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, saziyên demokratîk ê civakî û gelek kes tev li meşê bûn.
Girse li pêşiya Peykera Bogayê ya navçeya Kadikoyê kom bûn û heta Îskeleya Kadikoyê meşiyan. Di meşê de dirûşmeya “10ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” hate berzkirin. Piştî girse hate îskeleyê daxuyanî hate da. Beriya daxuyaniyê ji bo qurbaniyên komkujiyê deqîqeyek rêz hate girtin û daxuyanî hate xwendin.
‘Hevalên me bi daxwaza aştiyê li wir bûn’
Nûnerê DÎSKê ya Herêma Stenbolê Asalattîn Arslanoglû daxuyanî xwend. Arslanoglû anî ziman ku 10ê Cotmehê ne tenê komkujiyeke ji rêze ye û wiha axivî: “Ev komkujî êrişa li dijî aştiya mayînde û muzakareyên aştiyê ye. Piştî komkujiyê dewlet berpirsiyartiya xwe îdarî û siyasî red kir. Li peytexta dewletê komkujiyek pêk hat û 104 kes jiyana xwe ji dest da lê dewlet berpirsiyartiya xwe qebûl nekir. Heke sibe li vî welatê, bajarekî dîsa heman komkujiyeke pêk were dewlet dîsa jî dikare berpirsiyartiya xwe qebûl neke û bibêje ‘kêmasiya min tune ye.’ Em di 11emîn salvegera komkujiyê de bejna xwe li ber hevalên xwe yên hatine kuştin ditewînin. Em soz didin ku heyalên wan pêk bînin. Aştî ji bo me ne tenê dirûşm e. Îro qala aştiyekî tê kirin. Aştiya mayînde bi polîtîkayên ewlehiyê pêk nayê, bi avakirina bingeha siyaseta demokratik, hemwelatîbûyîn û mafê mirovan pêk tê. Ji bo aştî mayînde bibe divê tevahî beşên civakê jî tev li pêvajoyê bibe. Hevalên me yên ku 10ê Cotmeha 2015an de hatin kuştin bi daxwaza aştiyê li wir bûn. Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.















