Metîn Şahîn 31 sal û Ûmût Beyaz jî piştî 30 sal û 8 mehan ji Girtîgeha Bandirmayê derketin.
Metîn Şahîn ê sala 1995an di 17 saliya xwe de li Stenbolê hat binçavkirin bi mezinkirina temenê xwe ve hate girtin û piştî 31 salan û Ûmût Beyaz ê ku di sala 1996an de li Çewligê hatibû girtin ji Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê ya Balikkesîrê hatin berdan.
Metîn Şahîn û Ûmût Beyaz ji aliyê rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û malbatên xwe ve li ber girtîgehê hatin pêşwazîkirin.
Metîn Şahîn derbasî Antalyayê û Ûmût Beyaz jî derbasî Kocaeliyê bû.

















