• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Me bi xwîna xwe hebûna xwe ava kir’

Firat Tûnç / AW

3 TEBAX 2026 - 09:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha- Berdevkê Têkiliyên Derve yê YBŞê Hadî Aliyas destnîşan kir ku avabûn û hebûna YBŞ û YJŞê rê li ber fermanên nû girtiye û wiha got: “Rizgarkirina axa Şengalê tê wateya hebûn û vîna civaka Êzidî. Çi êriş bên ser civaka me, em hazir û amade ne û em ê soza fermandarên xwe yên şehîd bi cih bînin.”

Di ser Fermana 3yê Tebaxa 2014an a li ser civaka Êzidî re ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve pêk hatibû, 12 sal derbas bûn. Di serdemeke ku xetere û polîtîkayên li ser Şengalê berdewam dikin de, rola hêzên parastinê yên Şengalê YBŞ û YJŞê di aramiya herêmê û misogerkirina mafên siyasî yên Êzidiyan de bûye xala herî krîtîk.

Di salvegera fermanê de, Berdevkê Têkiliyên Derve yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Hadî Aliyas derbarê avabûna hêzên parastinê, rola wan a siyasî û leşkerî, berxwedana li dijî DAIŞê û plana parastina pêşeroja Şengalê de ji ajansa me re axivî.

‘Bê hêza leşkerî, mafê siyasî çênabê’

Hadî Aliyas di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya avabûna YBŞ û YJŞê ku ji keç û xortên Êzidiyan pêk tên û wiha got: “Avabûna YBŞ û YJŞê hêzeke mezin da gelê me. Di şert û mercên Iraq û Rojhilata Navîn de, derman û pîvana girîng ew e ku heke hêza te ya leşkerî û çekdarî nebe, tu nikarî mafê xwe yê siyasî jî biparêzî û çê bikî. Avabûna hêza me ev rastî derxist holê. Berê jî hinek hêz çêdibûn, lê piştî ku xetere derbas dibû, belav dibûn. Heke ev hêz û îrade neba, gelê me nedikarî bibêje ‘Em hatin firotin.’ Me nedikarî bipirsin ka kê em firotin, kê ev bazariya qirêj kir û kê ev senaryo nivîsand. Lê piştî ku hêza me li ser lingên xwe sekîni, gelê me zanibû ku hêzeke xwedî îrade heye ku wan biparêze.”

‘Me bi xwîna xwe ji sedî 75ê axa Şengalê rizgar kir’

Hadî Aliyas da zanîn ku îro jî dewlet û Rêveberiya Herêma Kurdistanê polîtîkayên xwe yên berê didomînin, lê civaka Êzidî êdî bi hêza xwe bawer e. Hadî Aliyas bal kişand ser canê ku di rêya parastina axa pîroz de hatiye dayîn û diyar kir ku lazim e nifşên nû li ser vî esasî werin perwerdekirin û wiha domand: “Hêza ku li ber fermanê rawestiya, bi sedan şehîd û bi hezaran birîndar dan. Me bi xwîna xwe ji sedî 75 erdnigariya Şengalê ji çeteyan rizgar kir. Ev yek bandoreke gelekî mezin di nav civaka me de kir û bingeha hebûna me ava kir. Îro heke Êzidî dikarin behsa hebûn û mafên xwe bikin, ew bi xêra vê hêzê û van berdêlan e.”

‘Em ê gotinên zêde û sivik di ser xwe de qebûl nekin’

Di berdewama axaftina xwe de Hadî Aliyas li ser helwesta hin aliyên siyasî û berpirsên dewletê yên li Iraqê ku di medyaya civakî de gotinên nexweş beramberî jin û keçên Êzidî bi kar tînin jî ev tişt vegot: “Em di nava vê hêzê de wek xort û keçên Êzidî têdikoşin û me bi sedan şehîd dane. Em van nêzîkatiyan û gotinên sivik li ser xwe qebûl nakin. Parastina vê civakê erk û doza me ya pîroz e û em ê heta dawiyê vê dozê bimeşînin. Wekî ku me heta îro civaka xwe parast, di pêşerojê de jî çi êrîş bêne ser vê civakê, em ê bibin bersiv. Fermandariya me ya giştî heta dema şehîdbûnê jî ev civak wek emanet teslîmê me kir û got ‘Çi êriş bê ser civakê, divê hûn bibin bersiv.’ Em li ser vê gotinê ne.”

‘Salên dirêj di nav dorpêçê de me axa xwe berneda’

Hadî Aliyas di axaftina xwe de behsa zehmetiyên salên 2014, 2015, 2016 û 2017an kir û anî ziman ku çeteyên DAIŞê bi sedî kîlometran derdorên wan girtibûn û ev yek anî ziman: “Di nav 11-12 salên zehmet û dijwar de, sînorên me hatibûn dorpêçkirin. Lê belê xelkê sivîl ê Êzidî û şervanên YBŞ û YJŞê di wan şert û mercên giran de bi çekên ferdî şer kirin û axa xwe bernedan. Me ne tenê gund û bajarokên Şengalê, gelek deverên din jî rizgar kirin.”

‘Civaka me li ku derê di nav xeteriyê de be, em ê li wir bin’

Berdevkê Têkiliyên Derve yên YBŞê Hadî Aliyas bi bîr xist ku fermandar Zerdeşt Şengalî û hevalên wî heta Reqa û Minbicê çûne da ku jinên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar bikin û wiha got: “Civaka me li ku derê di nav xeteriyê de be, em ê li wir bin. Çawa ku di salên 2016 û 2017an de şehîd Zerdeşt û hevalên xwe çûn heta Reqa û Minbicê û bi dehan keç û jinên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar kirin, em ê îro jî her ku keç û jinên Êzidî li ku bin, hewl bidin wan rizgar bikin û tola wan hildin. Parastina vê civakê ji bo me esas e.”

‘Em ê soza şehîdên xwe bînin cih’

Hadî Aliyas ku di dawiya axaftina xwe de şehîdên fermanê bi bîr anî, bang li civaka êzidî kir ku xwedî li hêz û îradeya xwe derkevin û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Sozên ku fermandar Seîd, Mam Zekî, Dijwar, Zerdeşt, Çeko, Azad û bi sedan şehîdên me dane vê civakê, soza me ye jî. Em şopdarên rêya wan in. Di vê salvegera giran a 3yê Tebaxa 2014an de, em li ber bîranina hemû şehîdên fermanê bejna xwe ditewînin û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin. Êdî dem dema wê ye ku em bibin xwedî îrade, xwedî hêz û xwedî biryar. Em soz didin civaka xwe, em ê tu carî nehêlin ferman û êrîşên wisa dîsa bi ser serê gelê me de bên kirin.”

Etîket: Hadî AliyasYBŞYekîneyên Berxwedana Şengalê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Li dijî civaka Êzidî planên xeter hene

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Li dijî civaka Êzidî planên xeter hene

20 SIBAT 2026
Alîkariya Şengalê bo Rojava derket rê

Alîkariya Şengalê bo Rojava derket rê

7 SIBAT 2026
YPJê Reham Hecî ku 11 sal in dîlgirtî bû rizgar kir

YPJê Reham Hecî ku 11 sal in dîlgirtî bû rizgar kir

25 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne