• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
05 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Kongra Star êrişa li ser xwendekarên Hesekê şermezar kir

    Kongra Star êrişa li ser xwendekarên Hesekê şermezar kir

    Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

    Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

    Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

    Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

    Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

    Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Semsûr û Wêranşarê çalakiyên salvegera Fermana Şengalê

Semsûr – Riha / AW

3 TEBAX 2026 - 19:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di salvegera 12an a Fermana Şengalê de di pêşengiya TJAyê de  li Semsûrê daxuyanî hat dayîn. Her wiha li Wêranşarê jî meş hate lidarxistin.

Semsûr

Bi pêşengiya TJAyê û bi beşdariya saziyên sivîl, li Bergeha Deriyê Başûr a Mimar Sinanê ya Semsûrê ji bo salvegera 12an a Fermana Şengalê daxuyaniya hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Ferat-Derê Yeşim Akgul ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser qetlîama di 3yê Tebaxa 2014an de ji aliyê çeteyên DAIŞê ve pêk hat û hat destnîşankirin ku ev êriş rasterast li dijî hebûn, nasname û nirxên hevpar ên jinan polîtîkayeke tunekirinê bû. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî salên derbasbûyî jî hêj aqûbeta bi hezarên jin û zarokên êzidî nayê zanîn û êrişên li ser Şengalê berdewam dikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî hat kirin ku tiştên li Şengalê qewimîne bi fermî wekî “qirkirin” û “qetlîama jinan” nas bikin, statuya Şengalê bixin bin garantiyê û hemû kiryaran di dadgehên navneteweyî de biderizînin.

Daxuyanî bi gotina “Me Şengal ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin” bi dawî bû.

Riha

Platforma Saziyên Demokratîk Di salvegera Fermana Şengalê de li Wêranşarê meş hat lidarxist. Di çalakiyê de banga naskirina statuya şengalê û mafên destûrî yên Êzîdîyan hat kirin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê li navçeya Wêranşarê ji bo salvegera Fermana Şengalê meş û daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di çalakiyê de ku welatiyên êzidî jî beşdar bûn, banga naskirina statuya Şengalê û mafên destûrî yên êzidiyan hat kirin.

Kombûna ku li Kolana Karacadagê dest pê kir, bi wêneyên jinên êzidî û pankartên “Niha dem dema têkoşîna li dijî qirkirinê ye” û “Mirovahî deyndarê Şengalê ye” ber bi avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Wêranşarê ve meşiya. Di meşê de bênavber dirûşmên piştevaniyê hatin berzkirin.

‘Tiştên li Şengalê qewimîn sûcekî ji rêzê nîn e’

Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulsum Ocalab daxuyanî xwend.

Ocalan bal kişand ser hovîtiya fermana 3yê Tebaxê û got: “Tiştên li Şengalê qewimîn ne sûcekî şer ê ji rêzê bû; diyardeya herî hov a zihniyeta serdest a mêr bû. Heta ku hemû jinên hatine revandin bên dîtin, kiryar werin darizandin û statuya Şengalê di bin garantiyê de bê girtin, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘Divê mafên Êzidiyan bên garantîkirin’

Piştre li ser navê welatiyên êzidî Necati Goren axivî û bal kişand ser nebûna ewlehiyê û koçberiya êzidiyan. Gören destnîşan kir ku divê hebûn û nasnameya civaka êzidî di destûra bingehîn de bi fermî bê naskirin û garantîkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

4 MIJDAR 2026
Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

4 MIJDAR 2026
Kongra Star êrişa li ser xwendekarên Hesekê şermezar kir

Kongra Star êrişa li ser xwendekarên Hesekê şermezar kir

4 MIJDAR 2026
Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

Afife Kartal: Numan Kurtulmuş got ku ew ê di demek nêz de serdana wan bike

4 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

Dayikên Aştiyê li ber Meclisê bang kir: Divê êdî aştî were vî welatî 

4 MIJDAR 2026
Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

Lijneya Rêveberiya Xwecihî: Divê dawî li polîtîkayên qeyim were

4 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne