Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ji bo 19 karkerên ku di teqîna li fabrîkaya HABAŞê ya Alîagayê de jiyana xwe ji dest dan li Alsancakê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser wê yekê ku karesat ne qezayeke minferîd e, ji ber ku rayedaran berpirsyariyên xwe yên ewlehiyê bi cih neanîne pêk hatiye.
Hêzên Ked û Demokrasiyê ên Îzmîrê, ji bo protestokirina qetlîama li kargeha Hesin-Pola a HABAŞê ya li Alîagaya Îzmîrê, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Teqîna li HABAŞê qewimî cinayeta kar e, em dixwazin mirovane bixebitin û bijîn” hat vekirin û dirûşmeyên “Yekitiya karkeran dê sermayeyê têk bibe” û “Ne qeza ye cinayet e” hatin berzkirin. Daxuyaniya li ser navê girseyê ji aliyê Nûnerê Herêma Egeyê yê DÎSKê Denîz Şahîn ve hat xwêndin.
‘Agahiyan nadin malbatan’
Şahîn da zanîn ku agahiyên derbarê rewşa karkeran de ji xizmên wan re ne hatine parvekirin û di vî warî de astengî derketine û got: “Hat ragihandin ku di teqînê de 15 hevalên me yên karker jî birîndar bûne û ji raya giştî re hat ragihandin ku rewşa hinek birîndaran giran e. Li gorî agahiyên dawî tedawiya şeş birîndaran li nexweşxaneyan berdewam dike. Piştî vê karesatê mezin, ne tenê kuştî û hejmara birîndaran, nediyariya ku malbat tê de ne jî di rojeva raya giştî de ye. Daxuyaniyên derbarê nedana agahiya di dema xwe de û saxlêm ji kesûkarên karkeran re, pêvajoya li bendê rawestînê ya di nasîna cenazeyan û teslîmkirina ji malbatan re, aliyê mirovî yê felaketê girantir kiriye. Pêwîst e rayedar malbatên hevalên me yên karker ên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne bi birêkûpêk agahdar bikin; di nasîna nasnameyan, teslîmkirina cenazeyan û pêvajoyên tedawiya birîndaran de hemû mafên malbatan mîsoger bikin.”
‘Ne qezayeke minferîd e, cinayet e’
Denîz Şahîn diyar kir ku komkujiya qewimî ne ya yekem e û ji ber ku patron berpirsyariyên xwe bi cih neanîne qewimiye û ev tişt anîn ziman: “Ji aliyê mewzûata tenduristî û ewlehiya kar ve berpirsyariya xwedî kar diyar e. Diyarîkirina rîskên teqîn û şewatê yên ji berê de, ewlekirina qadên xeternak, meşandina xebatên lênêrîn û çêkirinê di mercên ewle de, di rewşa ewle de hiştina alavên rakirinê, kirina kontrolên heyamî yên pêwîst û xistina bin kontrolê ya çavkaniyên enerjiya xeternak berpirsyariya patronan e. Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Kar a bi hejmara 6331, ferz dike ku patron ewlehiya tenduristî û kar a xebatkaran a girêdayî kar dabîn bike, rîskên pîşeyî asteng bike, tedbîrên pêwîst bigire û sepandina van tedbîran bişopîne. Ji ber vê yekê di vê felaketê de divê ne tenê sedema teknîkî ya teqînê, divê bê lêkolînkirin bê ka karxudan berpirsyariyên xwe yên parastin û pêşîlêgirtinê yên ji mewzûatê çêdibin bi cih anîne an na.”
‘Em lêkolîneke şefaf dixwazin’
Şahîn destnîşan kir ku divê lêpirsîn bi rengekî adil bê meşandin û ev tişt diyar kirin: “Di vê pêvajoyê de divê malbatên hevalên me yên karker ên jiyana xwe ji dest dane, sendîka, odeyên pîşeyî yên têkildar û pisporên serbixwe û şareza yên tenduristiya karkeran û ewlehiya kar ji pêvajoyê re derveyî neyên hiştin. Divê mercên xebatê yên li cihê kar, hişyariyên berê hatine kirin, raporên piştî cinayetên kar ên hatine amadekirin û encamên kontrolên giştî bêne ronîkirin. Em hesabê hemû birayên xwe yên karker ku li Tirkiyeyê her roj dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin dipirsin. Ev tabloya ku ji Somayê heta Ermenekê, ji Hendekê heta Îliçê, ji Dilovasıyê heta Alîagayê dirêj dibe heman rastiyê nîşanî me dide: Heta sîstema ku jiyana karkeran naparêze, kontrolê bêbandor dike û berdewamiya hilberînê dixe pêşiya jiyana mirovan neguhere, cinayetên kar bi dawî nabin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
















