Li gorî rapora meha tîrmehê ya KCDPê 25 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 31 jin jî bi guman jiyan xwe ji dest dane. 11 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve hatin kuştin.
Li gorî rapora meha tîrmehê ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di mehekê de 25 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 31 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 4 jin bi hinceta xwestine biryara xwe bixwe bigirin, sê heb ji ber aborî, yek ji ber ku li malê deng derxistiye hatin kuştin. Hinceta kuştina 17 jinan jî nehat testpîkirin.
Her wiha li gorî raporê 11 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî ve, sê heb ji aliyê mêrên pê re dijîn, du heb ji aliyê mêrên berê pê re zewicandîbûn, du heb ji aliyê mêrên ku berê pê re dijiyan ve hatin kuştin. 12 jin li malên xwe, 5 heb li kolanê, 2 heb li cihên bêdeng, jinek li nav erdekî hatin kuştin. 14 jin bi çekê, 6 heb bi alava birînê, sê heb bi fetisandinê, du heb jî bi derbkirinê hatine kuştin.













