Rêveberên MEBYA-DERê û DEM Partiyê ji bo şîna li Cizîrê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê were danîn bang li gelê Botanê kirin ku xwedî li şehîdên xwe derkevin.
Hevserokên Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê Emîne Erkûş û Ramazan Togûrlû, her wiha Serokê DEM Partiyê yê Şirnexê Ramazan Ûysal ji bo şîna endamên HPGê ya sibe li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê were danîn banga tevlibûnê kirin.
Emîne Erkûş, Ramazan Togûrlû û Ramazan Ûysal bang li gelê Botanê kirin ku sibe saet 09.00an werin ber avahiya DEM Partiyê Cizîrê û xwedî li şîna şehîdên xwe derkevin.











