• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji 7 salî heta 70 salî Şengalî li ser lingan bûn

Navenda Nûçeyan / AW

3 TEBAX 2026 - 20:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êzidî di vê roja fermanê ku weke roja reş bi nav dikin de, ji 7 salî heya 70 salî li ser piyan bûn. Bi sedan kes bi meşê herikîn ber mala Hecî Hemê yê ku ji heman malbatê 77 kes di fermanê de ji dest daye û daxwaza edalet û hesap pirsînê hate kirin. Li Sinûnê û Digûrê qurbaniyên fermanê bi çalakiyên cûda hatin bîranîn.

Êzidiyên di sala 12emîn Fermana Şengalê de hîn birînên wan ne hatine kewandin, têkoşîna wan a edaletê dewam dike û hîn qirkirin ne hatiye naskirin de, îro 3’yê Tebaxê li ser piyan bûn. Jiyana asayî bi temamî cemidandin, herkes li gund, li mala xwe û li kolanê di nava çalakiyên bîranînê de bûn. Lê Êzidî tenê qurbaniyên xwe bibîr ne anîn, her wiha daxwaza azadkirina bi hezaran zarok û jinên dîl girtî dikin, daxwaza zelakirina çarenûsa hezaran kesî hate kirin ku yan di gorên komî de ne, an jî li Tiba Edlî ya Bexda’yê ne.

Îro li aliyê Qiblet û Şemalê ya Şengalê bi dehan çalakiyên cûda hatin lidarxistin. Yek ji çalakiya girseyî ya hate kirin jî li Xanesorê bû. Girseya gel di şexsê 77 endamên malbata Hecî Hemê de ku di fermanê de hatin dîlgirtin û çarenûsa wan nayê zanîn, hemû şehîdên fermanê bîranîn.

Girseya gel ku piraniya xwe ji ciwanan pêkdihat, bi meşeke girseyî ji Xanesorê heta li ber mala Hecî Hemê ya Xanesorê çûn. Li wir ku kon hatibû vedan, bi axaftin, helbest, stran û qewlan qurbanî hatin bîranîn, peyam hatin dayîn.

Li cihê bîranînê rêz hate girtin, wêneyên şehîdên fermanê û 77 endamên malbatê yên çarenûsa wan ne diyar hatin hildan.

Bi navê malbatê Hecî Hemê xêrhatina girseya gel kir û vê peyamê da: “12 sal berê niha Êzidî di komkujiyê re hatin derbaskirin. Li vê cihê ku hun niha lê disekinin ji malbatê 77 kes ketin destê wan kujeran. Yên îro xwedî li me derketine xelkê Xanesorê û hemû mêvanên amade ser serê me hatine. Ev wêneyê li pişt min ku dibînin yê 7 malbatên mine ku xwişk, bira û pismanên min têde ne. Raste dilê we tevan diêşe, lê êşa malbata me hîn girantire. Hêvî ji xwedê dikim yên vê êşê bi me dane kişandin, heman êşê bijîn.”

Piştî gotina qewil, kesayetê Êzidî Dexîl Mirad jî diyar kir ku ev rojeke reşe ji bo Êzidiyan û wiha axivî: “Dema em li van wêneyan dinêrin wek ferman nû çêbûye. Daxwaza me ewe Êzidî tifaqa xwe çêbikin, dengê hev bibîhisin. Eger Êzidî bixwe xwe rêve nebin û hev qebûl nekin, wê tu kes ji bo Êzidiyan neke. Hîn jî gorên komî ne hatine rakirin. Hîn jî rewş weke 3’yê Tebaxê ye. Em bi navê van qurbaniyan û hemû xelkê xwe ji Iraqê re dibêjin, hunê kengê mafê van şehîdan bidinê? Divê Iraq bizane ji dema Komar ava bûye heya niha me jî gelek şehîd di ber vê axê de dane û em jî welatiyên wê ne.”

Merasîm bi gotina helbest û stranên li ser fermanê dewam kir.

Li Sinûnê jî kon hate vedan xelk, kesayet û rûspiyên Êzidî li Sinûnê serdana konê nêzî çerxerêya Mam Zekî kirin.

Ciwan jî wêneyên qurbaniyên fermanê li çerxerêya Mam Zekî daliqandin, li gel girseya gel rêz li qurbaniyan girtin û av belav kirin.

Li Digûrê jî kon hate vedan, jin li bin konê kom bûn, şîn girêdan, xerîbî gotin. Ciwan û zarok jî li ser rêya sereke av li ser welatiyan belavkirin.

Şevê din jî li parka Şehîd Dijwar Feqîr a Xanesorê bi pêşengiya komek ciwanên xwebeşx de wêneyên qurbaniyan hatin rakirin, çira hatin vêxistin û rêz li şehîdan hate girtin.

Çalakiyên bi boneya fermana 3yê Tebaxê li deverên cûda yên Şengalê dewam dikin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

19 ÎLON 2026
Bayindir: Ji bo me peyamên Rêber Apo esas in

Bayindir: Ji bo me peyamên Rêber Apo esas in

19 ÎLON 2026
Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

Mexdûrên erdheja 6ê Sibatê 9 roj in ji bo edaletê çalakî pêk tînin

19 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
Odeya Bijîşkan a Amedê pirtûka ‘Anamneza Giştî’ da nasîn

Odeya Bijîşkan a Amedê pirtûka ‘Anamneza Giştî’ da nasîn

19 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne