Welatiyên tev li bîranîna cangoriyên azadiyê bûne, anîn ziman ku bendewariya wan ew bû ku gerîlayên şehîd ketine di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ji bo têkoşînê di nav civakê de bûna.
Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd ên ku di dîrok û cihên cuda de tev li karvanên nemiran bûne li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji aliyê deh hezaran kesî ve tên bîranîn. Partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û ji her beşeke civakê hezaran kes ji bo serdanê berê xwe dide li navendên bîranînê.
Weletiyên li Êlihê tev li bîranînê bûne hest û ramanên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Divê Kurd bo hev rast bin û destê hev bigirin’
Dayika şehîd û gerîlayekê Fatma Sûna anî ziman ku ew bi cangoriyan serbilind in û wiha axivî: “Em hêvî dikim ku êdî ev xwîn bê sekinandin, ne gerîla şehîd bikevin, ne jî leşker bên kuştin. Birîna me kûr e, dermanê birîna me nemaye. Bi awayekî birîndar li serê çol û çiya diman, dewlet nedihişt tu kes bi ser wan de biçe û bê. Gelek cenazeyên me di bin zinar û latan de mane. Niha bi hezaran cenazeyên me li çolan mane. Dewlet nahêle ku malbat biçin cenazeyên zarokên xwe jî bînin. Dewlet nabêje ‘ez bira li dijî bira didim şerkirin!’ Gerîla û leşker bira ne û li dijî hev şer dikin û hevudin dikujin. Ma qey dilê dayîkên wan naêşê? Dila wan jî weke yê me ye. Bila yê wan jî û yê me jî neyên kuştin. Em dixwazin ji îro pê ve cenaze bi ser me ve bên û em derdê van ciwanan nebînin. Kurê min jî beriya çend salan şehîd ket, me cenazeyê wî anî û kurekî min jî di nav de ye. Xwişk û birayê min jî şehîd in. Yê îro kurê apê me ye, em jî hê duh pê hesiyan ku şehîd ketiye. Me xeyal dikir û digot, ew ê aştî pêk bê ew ê bên, lê duh xebera şehîd ketina wî ji me re hat. Divê Kurd bi hev re rast bin û bi destê hev bigirin û bernedin.”
‘Em bi wan serfiraz in’
Şîrîn Ekîncî jî bi lêv kir ku cangoriyên azadiyê nirxên hemû civakê ne û got: “Ji bo min ferqa kesî tune ye û hemû zarokên me ne. Hemû jî di rêya şerefê de çûne, ne di rêyeke xerab de çûne. Em li benda mizgîniya hatina wan in. Bi hatina agahiya wan a şehîd ketinê jî gelekî serbilind in. Em her tim dibêjin; bila aştî, xweşî, biratî pêk bê û em dixwazin ku êdî xelkê me ji hev re baş be. Em dibêjin bila aştiyeke mayînde li ser xweşîtiyê çêbibe. Çavê me li xebereke xweş bû ku me seh bikira. Lê xebera şehîdan ji me re hate. Şehîdên me hemû ji bo me weke hev in. Em bi wan serfiraz in. Heta em bimirin jî em ê li pey têkoşîna xwe bin. Roja ku Serok derket televîzyonê gelek kêfa me hat, me got ew ê zarokên me aştiyê bibînin. Lê mixabin hinek ji wan şehîd ketine. Em hêvî dikin ku yên mayî jî bibînin.”
‘Em ne poşmanê vê rêyê ne’
Suheyla Ekîncî ya ku beriya çend mehan keça wê li rojavayê Kurdistanê di encama şer de şehîd ketiye, anî ziman ku şehîdketina Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd gelek bandorê li ser wan dike û got: Em gelek bi wan serfiraz in. Lê ew qas jî dilê dayîkan dişewite û nikarin ji ber rewşên wisa giran, xwe bigirin. Lê em dibêjin, canê Kurdên me yên bi şeref sax be. Canê gerîlayên serê çiya sax be. Em hêvî dikim dê serkeftin a wan be. Ev bû sê çar meh keça min jî li rojavayê Kurdistanê şehîd ketiye. Em hêvî dikin ev şehîd bibin ên dawî. Ev şehîd hemû zarokên me ne, ferqa hemûyan ji bo me ji hev tune ye. Em dîsa jî ne poşmanê vê rêyê ne. En hêvî dikin ev pêvajo jî bi ser bikeve, keda gerîlayên me li valahiyê neçe. Her tim di dilê me de heviyek heye, em ne bê hêvî ne.”
‘Em minetdarên wan in’
Herî dawî Seyda Akçil diyar kir ku dema ew êşa dilê malbatên şehîdan dibînin gelekî pê xemgîn û hestiyar dibin û hestên xwe bi xemgînî wiha anî ziman: “Ji aliyê dinê ve jî xwedî derketina gel a ji bo nirxên xwe gelekî mezin e û hatina wan jî gelekî pîroz e. Îro Êlih xwedî li şehîdên xwe derdikeve. Em bi wan serbilind in, minetdar û deyndarên wan in. Bendewariyên hemû malbatên me hebûn ku zarokên wan bên, lê me hemûyan jî bi hev re vê agahiyê nû bihîst. Me digot belkî, ew qas şehîd tune bin. Lê ev jî dide nîşandan ku ev têkoşîn bi gelek berdêlên giran tê dayîn. Em bi xêra wan berdêlên giran li ser piyan mane. Heta em sax bin em ê wan bibîr bînin. Tişta ku ji destê me bê ev e. Ji aliyekî ve em gelek xemgînin û ji aliyê dinê ve têkoşîneke wisa bê berdêl jî nabe. Heke ev têkoşîn jî tune bûya, em ê di rewşeke cuda de bûna. Bi xêra wan em ketina şûna mirovan û me xwe nas kir û me di dil û mêjîyê xwe de hişmendiyek ava kir. Em careke dinê dibêjin em minetdarên wan in.”












