• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

Navenda Nûçeyan / AW

4 TEBAX 2026 - 09:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaredarê berê yê navçeya Elkê yê AKPî Habîb Aşan bi pereyê dewletê otel çêkir û piştre heman otelê bi 95 mîlyon lîreyan firote dewletê.

Di 23 salên desthilatdariya AKPê de ji bilî pêkanînên AKPê yên dijî hiqûq û demokrasiyê, tişta herî balkêş dewlemendbûyîna endamên AKPê ye. Her kesê/a ku di asta jor de di nava AKPê de cih digire piştî demeke kin bi dek û dolaban dewlemend dibin. Yek ji van kesan jî şaredarê berê yê navçeya Elkê ya Şirnexê Habîb Aşan e. Habîb Aşan ê AKPî piştî ku di hilbijartinên 31ê Adara 2019an bû şaredar ji nişka ve bû dewlemendekî herêmê.

Germav dan şaredar Habîb Aşan

Habîb Aşan piştî bû şaredarê Elkê di destpêkê de bi karsazekî ji Elkê re bû şirîk û piştre hema bêje hemû karên fermî li ser navê kesê pêre bûye şirîk pêk anî. Habîb Aşan destpêkê Germava Zumrutê ya li Elkê desteser kir. Çima em dibêjin desteser kir, ji ber ku çêkirina germavê bi alîkariya DÎKA, Walîtiya Şirnexê û Şaredariya Elkê hat çêkirin. Lê di dema çêkirinê de Habîb Aşan ji Walitiya Şirnexê dibêje ‘Ger hûn germavê bi temamî nedin Şaredariya Elkê, pereye ku me soz daye em ê nadin.’ Li ser vê yekê demeke dirêj çêkirina germavê tê rawestandin û heya ku Walîtiya Şirnexê biryara firotina germavê dide.

Cerdevan û leşker nobedariya germava şaredar dikin

Di Tîrhema 2023an de ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve îhaleya firotina Germava Zumrutê pêk hat. Habîb Aşan û şirîkê wî Azîz Yalçin bi 15 mîlyon TL germava ku 26 avahî û 6 hewzên avê têde ne kirî. Li ser vê yekê şêniyên gundê Germavê bertek nîşanî firotina Germava Zumrutê dan û nexwestin bikaranîna germavê bikeve destê Habîb Aşan û şirîkê wî. Li ser bertekên gel demek dirêj germav nehat bikaranîn. Piştî bertekên gelê herêmê, Habîb Aşan ji bo germavê bikar bîne dest bi dek û dolaban kir. Habîb Aşan bi awayek fermî Germava Zumrutê bi kirê da serhengek (albay) teqawît ê ji Enqereyê û li ser navê wî xwest germavê bi kar bîne.

Dema ji bo lêkolînê me berê xwe da navçeya Elkê û em çûn ser Germava Zumrutê, me li wir dît ku 2 cerdevan di bin xizmeta germava Habîb Aşan de ne û leşkerekî pispor ku niha li Elkê li ser peywirê ye karê serhengê germav kirê girtiye dike. Li gor agahiyên me bi dest xistine Habîb Aşan bi awayek fermî 10 salan bikaranîna germavê daye vê fermandarê ji Enqereyê û ev fermandar bêyî ku rojekê pê li axa Elkê bike, dê mîlyonan pere, bi rêya Habîb Aşan bi dest bixe.

Mijar xwarina pereyan be Habîb Aşan heye

Fêl û fanên Habîb Aşan û şirîkên wî tenê ne li ser germavê pêk hatine. Endamtiya AKPê ji bo rê û rêbazên nelirêtî û derveyî qanûnî bes e û ev yek mixabin dibe bingeha xwrina pereyê neheqî. Endamên AKPê ji aliyê xwarina pereyê neheqî ewqas pêş ketine ku, bi pereyên dewletê projeyan çêdikin û van projeyan piştre difiroşin dewletê û welatiyan.

Ji kîsê Wezareta Çandê otel çêkir û firot Wezareta Perwerdeyê

Habîb Aşan û fîrmaya bi navê Îmamoglû Yalçinlar di sala 2023an de serî li Wezareta Çand û Turîzmê dan û xwestin otelekê çêbikin. Li ser vê daxwaza Habîb Aşan û şirîkê wî wezaretê serlêdana wan qebûl kir û %75ê otelê bi pereyê wezaretê hat çêkirin. Habîb Aşan û fîrmaya bi navê Îmamoglû Yalçinlar di sala 2025an de çêkirina otelê xelas kir û piştre dest bi bikaranîna otelê kirin.

Piştî demeke Habîb Aşan têkiliyên xwe yên nava rayedarên AKPê bikar anî û otela ku bi pereyên Wezareta Çandê û Turîzmê çêkiriye di dawiya sala 2025an de bi bihayê 95 mîlyon lireyan firot Wezareta Perwerdehiyê. Niha Wezareta Perwerdehiyê otelê weke Mala Mamosteyan a Elkê bikar tîne.

Qanûn ji bo Habîb Aşan derbasdar nîn e

Li gor qanûna dewletê, projeyek bi hîbeya dewletê were çêkirin divê ji aliyê kesê/a çêdikeve herî kêm 5 salan were bikaranîn. Heya ku 5 sal temam nebin ev projeya bi pereyên dewletê hatiye çêkirin nayê firotin. Lê dema xwediyê van projeyan AKPiyên weke Habîb Aşan bin, qanûn ji bo wan derbasdar nîn e. Hê 5 salên çêkirina projeya otelê temam nebûye, Habîb Aşan û firmaya Îmamoglû Yalçinlar ev qanûn binpê kirin û otel firotin.

Sibe: HESên ewlehiyê firotin serokê AKPî Rahmet Taşar

Etîket: 95 mîlyonFêl û fanên AKPiyanGermava ZumrutêHabîb AşanotelŞaredarê Elkê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

7 ADAR 2026
Ji ber xemsariyê û rantê 2 sal in germav girtî ye

Ji ber xemsariyê û rantê 2 sal in germav girtî ye

25 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne