Kesên nenas li çerxerêya Salihiyê ya bajarê Hesekê êrişî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Di êrişê de welatiyek jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, kesên nenas ji wesayîteke li çerxerêya Salihiyê ya bajarê Hesekê êrişî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Di êrişê de welatiyê bi navê Telal Mihemed ku nêzî cihê dewriyeyê bû, jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku êrişkar piştî êrişê ber bi çerxerêya Xezel ve reviyan.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêkolîn û operasyoneke lêgerînê li taxa Xezel dan destpêkirin.
Duh êvarî jî çeteyên DAIŞê bi motorsîklêteke bombebarkirî êrişî nuqteyeke hêzên ewlekariyê ya li Hesekê kir. Di êrişê de du endaman jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.













