Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê têkildarî Hevşaredarê Ziyaretê yê Sêrtê ku beriya çend rojan tevî çar endamên meclisa şaredariyê îstîfa kiribûn, daxuyanî da û got: “ Tişta ku divê hûn ji vê kêliyê û pê ve bikin tenê ew e ku hûn ji gel lêborînê bixwazin û ji meqamên ku hûn lê ne îstifa bikin.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Damokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê têkildarî îstîfakirina Hevşaredarê Ziyaretê yê Sêrtê ku beriya çend roja bi çar endamên meclisa şaredariyê re îstîfa kiribûn, li pêşiya avahiya şaredariyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş û Zeynep Odûncû Kûtevî, hevşaredarên navend û navçeyan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Mehmet Emîn Ay, rêveber û endamê partiyên siyasî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê bênavber dirûşmeya “Enes Cengîz îstîfa bike, xiyanetê li gelê navçeyê neke” berz kirin. Pankarta “Emanetê gel bide gel, gel dengê xwe da îradeyê, ne xiyanetê, Enes Cengîz bi lez îstîfa bike” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla endama Meclisa Şaredariya Sêrtê Elîf Akin ve hate xwendin.
‘Hûn ê wekî diz û îxanetkar bên dîtin’
Elîf Akin anî ziman ku partiya wan di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de namzetên xwe yên li bajarokê Ziyaretê bi pergala Hevserokatiyê diyar kirine û got ku hevşaredar Enes Cengîz û çar endamên meclisa şaredariyê yên ku bi wî re tevgeriyane ji partiyê îstifa kirin e û ev tişt got: “Em ev rewşa ku qewimiye tenê wekî îstifayekê nanirxînin. Em vê helwestê wekî îxaneteke li hemberî îrade û destkeftiyên gelê Ziyaretê dibînin. Em difikirin ku wan berpirsiyariya siyasî ya ku gel emanet wan kiriye xwedî lê derneketine. Ji vir careke din em dixwazin bi awayekî eşkere îfade bikin; Enes Cengîz û çar endamên meclisa şaredariyê, ji vê kêliyê û pê ve di çav û ramanên gelê li bajarokê Ziyaretê de tu qebûliya we tune ye. Hûn ji vê kêliyê û pê ve dê tenê wekî kesayetiyên lawaz bên naskirin. Ji ber vê sedemê wê rûyê kesên ku îxanetê li gel dikin tune be ku ji vê kêliyê û pê ve derkevin nav gel. Ji ber vê yekê tişta ku divê hûn ji vê kêliyê û pê ve bikin tenê ew e ku hûn ji gel lêborînê bixwazin û ji meqamên ku hûn lê ne îstifa bikin. Îro hêviya me û ya gelê Ziyaretê jî tenê ew e ku hûn vê yekê bikin. Tu wateya wê tune ye ku kesên rewatiya wan di çavê gel de nemaye, di meqamên xwe de bimînin. Lewre hûn ê wekî diz û îxanetkar bên dîtin.”
‘Îstîfa bike’
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Kenan Bîlge anî ziman ku divê Enes Cengîz bi lez îstîfa xwe bide û şaredariyê teslîmî gel bike û wiha axivî: “Mixabin şexsekî li vir hemû nirxên vê civakê xist binî lingên xwe û xiyanet li gel kir. Gelê Ziyaretê di sala 2024an de dengên xwe dan partiya xwe. Dengên xwe nedane vî şexsî. Ev şaredarî ya gel e, divê ew kes bi lez ji vê şaredariyê derbikeve û îstîfa xwe bide.”
‘Divê bi lez ji gel lêborîn bê xwestin’
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Emîn Ay jî diyar kir ku dema kesek exlaq û pîvan pê re tune be serî li her rêyên xerab û nebaş dide û got: “Dema ku bi mirovan re pîvan û exlaq tune be serî li gelek rêyên nebaş dide. Bêguman mirov rastî kiryarên wisa jî tê. Hatina me ya li vir ne ji bo şexsekî ye, ji bo ku Weyselqeranî bi hişmendiya şaş û xerab re têkoşîn bikin e. Em dizanin ku gelê me yê Weyselqeranî bi vîna xwe ya azad rêveberiyeke şaredariyê hilbijart. Lê mixabin hin tiştên nebaş li dijî gel pêk hatin. Em dibêjin hewceye ew kes bi lez bên ji gel lêborîn bixwazin.”
‘Em li dijî van kiryaran e’
Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî ev tişt gotin: “Mixabin kesên ku ji vîna gel re hurmet negirtiye, îro ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî tevgeriyan e. Em ji bo kiryarên Enes Cengîz li vir in. Tevî ku dewletê di Sêrtê de ew qas dengan dizî jî dîsa ev partî bi serkeftî tevgeriya û bi ser ket. Ji ber ku di nava DEM Partiyê de ne dizî heye û ne jî berjewendiyên takekesî hene. Rêhevalên me hemû ji bo xizmeta gel soz didin. Em li dijî van kiryaran e em ê li ber bisekinin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Enes Cengîz îstîfa bike” bi dawî bû.

















