Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ê ku li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê bi gel re civiya, got: “Ev pêvajo heyameke dîrokî ye. Divê em bi moralekî mezin, armanc û hedefeke mezin xwedî li vê pêvajoyê derkevin û bigihînin serkeftinê. Dewr dewra gelê Kurd, dewra gelê Kurdistanê ye. Dewr dewra azadî û aştiyê ye.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bodrûmê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Salona Dawetê ya Muskebiyê ya li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê civîna gel li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir beşdarî civînê bû. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Keskîn Bayindir da zanîn ku ji bo pêşerojeke azad û civakeke demokratîk jin, ciwan û gel bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa têkoşînê dane destpêkirin û got ku ew ji vê pêvajoyê bi hêvî ne û bawer dikin ku ew ê bi hev re pêvajoyê bigihînin serkeftinê û anî ziman ku ji destpêka pêvajoyê û vir ve hem Tevgera Azadiya Kurd û hem jî tevgera siyasî gavên girîng û dîrokî avêtine û wiha got: “Lê belê li hemberî vê yekê pêwîst e dewlet û desthilatdar jî ji bo pêşketina vê pêvajoyê gavên hiqûqî û yasayî bavêjin. Îro li Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) me careke din hev ceriband. Dewlet û desthilatdaran bi biryarên MGKê xwestin her tiştî li gorî berjewendiyên xwe dizayn bikin. Lê meseleya Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd hiqûqî ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka sîstema înkarê ye ku di rabirdûyê de dewlet û desthilatdaran di destê xwe de girtibû û parçe kiribû. Meseleya Kurd meseleya edalet, demokrasî û wekheviyê ye. Ji ber vê yekê pêwîst e dewlet û desthilatdar di çarçoveya qanûn, makeqanûn û hiqûqa bingehîn de nêzîkî me bibin. Ne bi zimanê ewlehiyê, ne jî bi zimanê leşkerî. Sed sal in bi her awayî xwestin vê daxwaza pîroz a aştiyê ya gelê Kurd û dostên wî tune bikin, lê bi ser neketin.”
‘Me ragihand ku em samîmî ne’
Bayindir destnîşan kir ku ji bo dewletê ji pêvajoyê pê ve rêyeke din nemaye û wiha axivî: “Zîhniyeta ku heta îro ziman, çand, maf û hiqûqa me înkar kir, li hemberî vê sîstemê asê ma. Ev asêmayînê ew neçar hiştin ku deriyê vê pêvajoyê vekin. Lê em hîn jî bi çavên xwe dibînin ku dewlet û desthilatdar vê meseleyê bi tevahî li gorî rastiya wê nagirin dest. Ji bo dewlet û desthilatdaran di pêşxistina vê pêvajoyê de veger tune ye. Ev neçariyek e, mecbûriyetek e; hikûmet jî û dewlet jî dê vê neçariyetê bibînin. Me bi gavên xwe yên dîrokî ji cîhanê re îlan kir ku em samîmî ne. Em amade ne ku vê meseleyê ne bi rêya çekdarî, lê bi rêya hiqûq, edalet û demokrasiyê çareser bikin. Lê ji ber ku me ev gav avêtiye, em ne bêçare ne û ne jî lawaz in. Li gorî berê em pir xurttir û bi biryardartir in. Me bi hêz û îradeya xwe ev gav avêt. Em bi vê rêyê bawer dikin û em dixwazin ew jî bi vê rêyê bawer bikin. Her deqîqe, her roj û her meha ku bê paşxistin û taloqkirin, ji bo provokator û faşîstan qadê vedike.”
‘Dewr dewra azadî û aştiyê ye’
Bayindir diyar kir ku ew her tim amade ne ji bo silametiya pêvajoyê kedê bidin û bal kişand ser wê yekê ku aştî ne tenê ji bo Kurdan pêwîst e û got: “Edalet û hiqûq ne tenê ji bo Kurdan pêwîst û şert e. Edalet û hiqûq ji bo heştê û şeş milyonan, ji bo her kesî pêwîst û şert e. Bi taybetî pêwîst e gelê Kurd li her derê yekîtî û îtifaqa xwe ava bike. Divê Kurd kapasîteya xwe ya xwerêvebirinê pêş bixin. Çimkî ev pêvajo heyameke dîrokî ye. Divê em bi moralekî mezin, mezinahî, armanc û hedefeke mezin xwedî li vê pêvajoyê derkevin û bigihînin serkeftinê. Dewr dewra gelê Kurd, dewra gelê Kurdistanê ye. Dewr dewra azadî û aştiyê ye.”

















