Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar li Amedê konsereke biheybet da û bi stranên xwe girse coşand.
Hunermendê navdar Delîla Dîlanar bi beşdariya herzaran kesî li Çand Amedê konserek da. Ji her çar aliyên bajêr hezkiriyên muzîkê herikîn qada konserê û bi coşeke bêhempa hevaltiya hunermend Delîl Dîlanar kirin. Di vê şeva bi heybet de, stranên ku dîrok û çanda gelê Kurd tînin ziman, di nava dîwarên salonê de û dilê girseyê de olan dan.
Delîl Dîlanar beriya dest bi stranan bike xêrhatina gel kir û got: “Em di vê pevajoya aştiyê de hevîdar in ku em ê bi hev re bi ser bikevin û em di welatekî azad de hunerên xwe bijîn. Ev pevajo ji bo parastina ziman, çand û huneran e. Demokrasî çand û huner e. Di vê pevajoye de ya heri girîng ziman huner û çand e.”
Konser bi coşeke mezin û gerandina govendê dawî bû.

















