• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çalakiyên 12 rojan ên li Şengalê bi dawî bûn

Navenda Nûçeyan / AW

3 TEBAX 2026 - 22:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Şengalê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina fermana 3yê Tebaxa 2014an hatin cem hev û ber bi Sûka Kevin ve meşiyan. Vê meşê çalakiya kon a 12 rojan ku ji aliyê ciwan û saziya perwerdeyê ve hatibû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî kir.

Li Şengalê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina fermana 3’yê Tebaxa 2014’an meşiyan, şehîdên fermanê bibîranîn û êrişa li ser civaka Êzidî şermezar kirin. Di serî de gel li ber nexweşxaneya navenda Şengalê li hev kom bûn û ber bi Sûka Kevin ve ku ji aliyê Yeketiya Ciwanên Êzidîxanê û Saziya Ziman û Perwerdeyê ve 12 roj bûn çalakiya kon hatibû destpêkirin, meşiyan.

Di meşê de posterê bi daxwaza nasandina komkujiya Êzidiyan wek Jenosîd, wêneyên fermanê û yên Rêber Apo hatin rakirin. Her wiha ciwanên Êzidî ku duh ji şehîdgehê bi armanca balkişandina ser keda 12 siwariyan (12 gerîlayên ku bi hawara Êzîdiyan ve hatibûn) meşeke dirêj destpê kiribûn, beşdarî meşa giştî bûn. Piştî meş gihişt Sûka kevin a Şengalê, gelek aliyên siyasî û civakî, tevî YBŞ, YJŞ û sazî û dezgehên Meclisa Gel a Şengalê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo ruhê şehîdan destpê kir.

Piştre ji aliyê oldarê Êzidî Bedel Îdo ve axaftinek hate kirin û hin beyit ji qewlên olî yên Êzdiyan gotin. Bedel da zanîn ku di ola Êzîdiyan de her kesê ku li ber welatê xwe canê xwe bide şehîde û got ku şehîdên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hatin, bi hawara me ve hatin û gelê me ji qirkirinê rizgarkirin, em wan jî bi bîr tînin û ew şehîdên Êzidîxanê ne.”

Piştre du dîlên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, bi zimanê helbestî zehmetiyên ku wan dîtine anîn ziman.

Her wiha Azad Hisên jî li ser navê Meclîsa Gel axivî û bal kişand ser bûyerên fermanê û got: “Di dîroka me de fermana 3’yê Tebaxê birîneke kure, lê di heman demê de rûpelê rastî û xiyanetê ye jî. Di wê roja reş de hêzên PDK’ê ku soza parastina Şengalê dabûn, bêyî ku guleyekê biteqînin gelê me di nav lepên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin û reviyan. Ev îxaneta mezin tu carî ji bîr nabe. Lê di wê roja herî tarî de, dema ku kesî hawara me nebihîst, Rêber Apo û gerîlayên wî yên qehreman mîna lehiyê bi hawara Şengalê ve hatin. Gerîla bi canê xwe korîdor vekirin û bi hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgarkirin. Keda Rêber Apo û gerîla di dilê her Êzidiyekî de hatiye neqşkirin û emê vê fedekariyê tu carî ji bîr nekin.”

Piştre Saet Betûş li ser navê Tensîqiya Şengalê axivî û bal kişand ser girîngiya yektiyê û got: “Ger em Êzidî îro nebin yek û mil bi milê hev nedin, em nikarin li dijî ferman û gefên nû bisekinin. Yekitiya civaka Êzidî mercê herî bingehîne ji bo misogerkirina pêşerojeke azad û ewle. Divê em hemû nakokiyan bidin aliyekî û li dora nirxên xwe yên neteweyî û olî bibin yek da ku em karibin xweserî û hebûna xwe biparêzin.”

Komek ciwanên Êzidî ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, derketin ser sehnê û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin da ku êdî ne tenê daxuyaniyan bide û sozên derewîn bide, êdî pêwîste Iraq mafê vî gelî nas bike. Tiştê herî girîng ku ew dixwazin vegera dîlên di destê DAIŞê de û vekirina gorên komî ye.

Li ser navê Hevpeymaniya Doza Êzidiyan Samiya Şengalî û li ser navê Partiya Ciwanên Êzidî Pîr Elî jî axivîn û ji dewleta Iraqê xwestin ku nêzîkatiyên li hember Êzidiyan biguherîne û bang li civaka Êzidî kirin ku yeketiya xwe çêbikin.

Herî dawî li ser navê TAJÊ Rîham Hesen axivî û bal kişand ser xweparastinê û xwedîderketina li Şengalê û got: “Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an nîşanî me da ku civakek bê parastin û bê rêxistin her dem bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ye. Fermana ku anîn serê me, ne tenê êrişek bû, belkî planeke pênasekirî bû ji bo tinekirina çand, ol û hebûna Êzidiyan. Di wê fermanê de jinên Êzidî bûn qurbaniyên herî mezin, hatin firotin û êşkencekirin. Lê belê vê êşê tirs neafirand, berovajî wî berxwedan û îradeya xweparastinê mezin kir.”

Riham Hesen diyar kir ku rastiya fermanê fêrî me kir ku divê em êdî qedera xwe nexin destê tu hêzeke din û got: “Îro bi xêra fikir û felsefeya Rêber Apo ku got ‘xweparastin mafekî rewa û pîroze’, me hêza xwe ya parastinê ava kir. Gerîlayên ku bi hawara me ve hatin, ne tenê em ji komkujiyê rizgarkirin, belkî çirûska xweparastinê û rêxistinkirinê di dilê jin û ciwanên Êzidî de vêxistin. Wek Jinên Êzidî yên di bin sêwana TAJÊ de, em dibêjin ku parastina Şengalê naha di destê keç û kurên Şengalê de ye. Emê heta dawiyê li ser bingeha fikrên Rêber Apo xweseriya xwe biparêzin û destkeftiyên şehîdên xwe diparêzin.”

Piştî axaftinan çalakiya kon bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

4 TEBAX 2026
FEMENA: Talîbanê li Heratê 17 jin girtin

FEMENA: Talîbanê li Heratê 17 jin girtin

4 TEBAX 2026
Li Meclisê hevdîtinên pêşnûmeyê zêde bûn: Tê çaverêkirin pêşnûme sibê were Meclisê

Li Meclisê hevdîtinên pêşnûmeyê zêde bûn: Tê çaverêkirin pêşnûme sibê were Meclisê

4 TEBAX 2026
Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

4 TEBAX 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi awayekî awarte dicive

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi awayekî awarte dicive

4 TEBAX 2026
Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

4 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne