Girtiyê bi navê Burhan Kaya piştî 31 salan ji Girtîgeha Tekîrdagê derket. Burhan Kaya diyar kir ku bi 31 salan ew serî li hember tu kesî netewandine û wiha got: “Em tevgera Apociyan in. Em ê xwedî li tevgera xwe û gelê xwe derkevin. Em ê xwedî şehîdê xwe û têkoşîna xwe derkevin.”
Girtiyê bi navê Burhan Kaya piştî 31 salan ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê derket. Burhan Kaya ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin.
Burhan Kaya piştî ji girtîgehê derket axaftinekî kurt kir.
Burhan Kaya di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku silava hevalên wî yên girtî ji her kesî re heye û ev tişt anî ziman: “Tevahî heval pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Bi taybetî ji Serok Apo re silav dişînin. Em jî dixwazin ev pêvajo bi awayekî silametî bigihêje armanca xwe. Çawa ku li derve provakasyon heye di girtîgehan de jî provakasyon hene. Lê divê em rê nedin wan provakasyonan. Li gorî em dişopînin li dijî Serok Apo polîtîkayên reşkirinê tê meşandin. Em van qebûl nakin û rê nadin. Çima em 31 salan di girtîgehê de man? 31 salan me serî li hember tu kesî netewand û ji niha şûn ve jî em ê netewînin. Em tevgera Apociyan in. Em ê xwedî li tevgera xwe û gelê xwe derkevin. Em ê xwedî şehîdê xwe û têkoşîna xwe derkevin. Serok Apo nasnameya gelê ku nedihat nasîn, da naskirin. Em ê bi ser bikevin.”
Burhan Kaya kî ye?
Burhan Kaya bi eslê xwe ji navçeya Qamûşana Qersê ye. Di sala 1994an de ji ber endamtiya rêxistinê li Îzmîrê hate girtin. Û 31 salan di girtîgeha Erzirom, Çankiri, Enqere û Tekîrdagê de hat girtin.










