• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Erdogan û Bahçelî do bêrê têhet

    Erdogan û Bahçelî civiyan

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Budçeya sala nû tê nîqaşkirin: Em vê budçeyê red dikin

Enqere / AW

27 COTMEH 2026 - 20:41
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevdîtinên pêşniyarqanûna budçeya sala 2027an di Komîsyona Plan û Budçeyê de berdewam dike. Endamên komîsyonê yên DEM partiyê ku di komîsyonê de axivîn diyar kirin ku ew budçe ji pirsigrêkên welatiyan re nabe bersiv û gotin ku ew vê budçeyê qebûl nakin.  

Hevdîtinên pêşniyarqanûna Budçeya sala 2027an di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclise de berdewam dike. Parlamenterê Samsunê yê AKPê Mehmet Muş ji komîsyonê re serokî dike. Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz di civînê de pêşniyar û pirsên parlamenteran dibersivînê. Civîn bi nirxandinên endamên komîsyonê li ser budçeya giştî û rapora Sayiştayê ve berdewam dike. 

Endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Adalet Kaya bi lêv kir ku budçe ne wekheviya di nava civakê ya ji ber nasname, zayend û aborî kûrtir dike û wiha axivî: “Di budçeyê de mafê baweriyan, nasnameyan, koçberan, jinan tuneye û ew budçe ne ya gelan e. Ew budçe ne wekhevbûna zayendî kûr dike û jinan muhtacî malbatê dike. Di budçeyê de qet qala wekheviya zayendî nehatiye kirin. Budçeya ku jinan muhtacî malbatê dike û nahêle jin xweseriya xwe ya aborî bi dest bixînin rê li ber kuştina jinan vedike. Ciwan di budçeyê de tune ne. Ciwan dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê û bê pere bixebitin. Welatiyên astengdar jî di vê budçeyê de tune ne. Astengdar bi alîkariyên sembolik muhtacî malbatê hatine kirin. Lê astengdar ne alîkariya sembolik dixwazin bi awayekî wekhev tevlî civakê bibin û bi awayekî rûmet bijîn. Zarok di budçeyê de tune ne. Zarok neçarî karkeriyê tên kirin. Di vê budçeyê de kedkarên bi muçeya asgarî dixwazin debara xwe bikin terkî qedera xwe hatine kirin. Weke DEM Partî em vê budçeyê red dikin. Budçeyeke ku wekheviya civakî pêktîne em diparêzin.”

‘Ya ku Tirkiyeyê serbixîne ne polîtikayên şer in, ya aştiyê ye’

Endamê Komîsyonê yê DEM Partiyê Hakki Saruhan Oluç jî diyar kir ku ew budçe nikare pirsgirêkên civakî yên weke xîzanî, ne wekhebûna herêmî û bêkariyê re bibe bersiv û wiha pê de çû: “Di navbera herêman de ji aliyê sanayiyê ve ne wekhevbûn heye. Lê di vê budçeyê de ji bo pirsgirêka newekhevbûna jî tiştek tune ye. Di projeya sanayiyê ya Tirkiyeyê ku tê gotin dê pêşeroja 10 salan diyar bike de nebûna bajarên Kurdan nayê qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de ew yek nayê qebûlkirin û kêmasiyeke mezin e. Em bi budçeyeke faize re rû bi rû ne. Di vê budçeyê de ji bo kesên xîzan tiştek tune ye. Ya ku Tirkiyeyê serbixînê ne polîtikayên şer in, ya aştiyê ye. Ji bo wê jî zêdekirina budçeya parastinê em rast nabînin. Me dixwast ew budçe bibe budçeya têkoşîna li dijî xîzaniyê lê ew budçe budçeya rêveberina xîzaniym ye. Em bi nelirêtiyeke mezin a fonan re rû bi rû ne. Ew karekî organîze ye. Di sazî û buroksiya dewletê de rizîbûn heye. Di vê nelirêtiya fonan de saziyên dewletê jî rol girtine. Ji bo wê jî divê ew nelirêtiya fonan û piştperdeya wê derkeve holê. Qanûna ku ji bo fonan hatiye derxistin pêşî li nelirêtiyên bi vî rengî nagire.”

‘Yên dahata wan kêm be zêde bacê didin lê yên zêde be kêm bacê didin’

Endamê Komîsyonê yê DEM Partiyê Kamuran Tanhan jî destnîşan kir ku budçeyê de ji bo kedkar, cotkar û xîzanan tiştek tune ye û bi gotina, ‘Me rojên dijwar derbas kir lê rojên hê dijwar li pêş me ye’ budçe rexne kir. Kamuran Tanhan anî ziman ku bi vê budçeyê welatî neçarî xîzaniyê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Peywira dewleteke civakî ew e ku xîzaniyê ji holê rake û ji welatiyan re jiyaneke bi rûmet û ewle ava bike. Barê bacan danê ser pişta welatiyan û şîrketên mezin jî pereyên xwe du qat dikin. Li şûna ku li gor dahatê bacan bidin, yên dahata wan kêm be zêde bacê didin lê yên dahata wan zêde be kêm bacê didin.”

Sepanên qeyûman

Parlamenterê DEM Partiyê yê Elihê û Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Rustu Tîryakî ku di komîsyonê de axivî di budçeya sala 2027an de çavkaniya ji şeredariyan re hatiye veqetandin rexne kir û wiha got: “Divê budçeya şeredariyan li gor taybetmendiya wan bê diyarkirin. Şeredariyên me 10 sal in bi qeyûman tên rêvebirin. Li Tirkiyeyê êdî hilbijartinên herêmî bêwate bûne. Ji bîr nekin hûn bi saya wê sindiqê li vir in. Heke hûn sindiqan bêwate bikin wê demê tu wateya desthilatiya we namîne.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hevpeymana Mekkeyê di komîsyonê de derbas bû

Hevpeymana Mekkeyê di komîsyonê de derbas bû

27 COTMEH 2026
Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

27 COTMEH 2026
Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

27 COTMEH 2026
Berxwedana gundê Arzoxliyê li dijî GESê didome: Av û axa me hebûna me ye

Berxwedana gundê Arzoxliyê li dijî GESê didome: Av û axa me hebûna me ye

27 COTMEH 2026
Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

27 COTMEH 2026
Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

27 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne