Amed – Cangoriyên azadiyê yên doza Kurdistanê li Amedê bi girseyî tên bibîranîn. Wêneyên cangoriyan li pey hev hatine rêzkirin, malbat li ber resmên zarokên xwe peyama xwedîderketina serbilandahiyê didin. Wêneyên ku ketin ber kadraja ajansa me gelek peyaman raberî mirovan dike.
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Amedê li Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezanê ji bo 50 endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê konê bîranînê hate danîn. Ev bernameya bîranînê wê sê rojan bidome. Yanî sibê dê bername bi meş û nîşandana sînevziyonê bi dawî bibe.
Li bin konê bîranînê wêneyê 49 gerîlayên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li ser maseyan hatin danîn. Malbatên gerîlayan li ber wêneyên zarokên xwe cangorî amade bûn. Bi hezaran kes hatin serdana bîranînê û tev li êş û serbilindahiya malbatan bûn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û heyeta pê re jî serdana bîranîna cangoriyan kir û bû hevxemê malbatan.
Malbatên cangoriyan bi sebr, metanet û serbilandahî li ber wêneyên zarokên xwe sekinîn û sekna têkoşîna û helwesta serhildêriya zarokên xwe nîşan dan.
‘Kezeb’ û ‘dergûşên’ dayikên xwe
Her çiqas li aliyekî xem, êş û rewşek hestewarî bi malbatan re hebe jî lê bi têkoşîn, berxwedan û şehadeta zarokên serbilind û serfiraz in. Dem bi deman dayikên cangoriyan dilorînin û zêmar û peyamên wan ên xwedîderketina li zarokên wan di nav hev de olan dide. Dayikên cangoriyan zarokên xwe weke “kezeb” û “dergûşa” xwe pênase dikin û zêmara “kezeb” jî olan dide.
Di wêneyên ku ketin ber kadraja ajansa me de jî sekna malbatan, awirên hesreta azadiyê û berxwedêriya zarokên wan xwe raber dike.
Galeriya wêneyan:





































