Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin tekildarî pêşniyarqanûna Kizilayê ku erka lêgerîna windayan dide bi lêv kir ku bi vê qanûnê Kizilay dê li windayên Afrîkayê jî bigere û pirsî, “Gelo Kizilay dê çarenûsa windayên li Tirkiyeyê jî bipirse?”
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin di Desteya Giştî ya Meclisê de li ser pêşniyarqanûna Kizilayê mafê axaftinê girt. Berîtan Guneş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser karkerên di fabrikaya hesin a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane û ji malbatê re sersaxî xwest. Berîtan Guneş got ku mirina karkeran komkujiye û divê hesab bê pirsîn.
Tekildarî pêşniyarqanûna Kizilayê jî Berîtan Guneş destnîşan kir ku Kizilay êdî ji saziyeke alîkariyê bêtir bûye şîrketek û li ser xala ku erka lêgerîna li windayan dide Kizilayê jî ev tişt gotin: “Di vê erka lêgerîna li windayan de Afrîqa heye, lê ma Tirkiye jê bêpar e? Gelo di ev şerê 50 salî ya li Tirkiyeyê de, Kizilay dê li çarenûsa mirovên me yên windabûyî jî bigere û lêkolîn bike? Tirkiye ne welatê jibîrkirinê ye; welatê birîn, travma û bêzimanhiştinê ye. Welatê kesên ku heqîqet ji wan hatiye stendin e. Li vir mirî û şînên xelkê jî ji hev tên cudakirin.”
Berîtan Guneş derxistina cenazeyên li Xerzanê û binaxkirina wan a li bin peyarêkên Kilyosê û êrîşên li ser gorên li Gabarê bi bîr xist û got ku bêhurmetiya li hemberî miriyan parçeyek ji zilmê ye û pîvana herî bingehîn a mirovbûnê jî rêzgirtina li miriyan e.
Berîtan Guneş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo aştiyê divê li ser xirakirina goran raweste, rê ji bo veşartina bi rûmet a cenazeyan bê vekirin û daxwaza Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê ya gihiştina ji bo hestiyên zarokên xwe bi cih were.













