Federasyona Futbolê ya Amerîkayê, ji ber xetereya pevçûnên çekdarî ya li Qeterê, ji Kûpaya Cîhanê ya Binê Temenê 17 Salî vekişiya.
Federasyona Futbolê ya Amerîkayê biryar da ku tev li Kûpaya Cîhanê ya temenê binê 17 saliyan nebe. Federasyonê biryara xwe ya vekişînê bi hişyariya rêwîtiyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê rave kir û roja Çarşemê ev biryar ji Yekîtiya Federasyona Navneteweyî (FIFA) re şand.
Li gorî rêzikên FIFAyê, ji ber ku kêmtirî 30 roj ji destpêka tûrnûvayê mabû, dê cezayê 20 hezar frankên Swîsreyî (nêzîkî 24 hezar dolar) li federasyonê bê birîn. Tûrnûva dê di 19ê Mijdarê de li Dohayê dest pê bike. Amerîka di Koma J de dê bi Montenegro, Cezayîr û Şîlî re bihata beramberî hev.
Hêjayî gotinê ye ku pevçûnên li Rojhilata Navîn beriya niha jî gelek lîstikên sporê paşve xistin an jî betal kiribûn.













