* Dayika girtiyê nexweş Îhsan Topuz Halîme Topuz û bavê girtiyê nexweş Turgut Çelîk, Huseyîn Çelîk ên ji bo çalakiya nobede ya ji bo girtiyên nexweş hatiye destpêkirin ji Amedê bi rê ketine û hatine Enqereyê, destnîşan kirin ku heta hemû girtiyên nexweş neyên berdan ew ê çalakiya xwe bidomînin.
* Endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Emrullah Keskîn ê ji bo azadiya gelê xwe şehîd ketiye, di tevahiya jiyana xwe de aştiya gelan parast. Emrullah Keskîn ji bo vê yekê tev li gerîla bû û jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê hûnand. Dayîk Sînem Keskîn behsa têkoşîn û jiyana lawê xwe kir û wiha got: “Mirovekî welatparêz bû û her tim alîkariya malbat, cîran û hevalên xwe dikir.”
* Mamosteyê zimanê Kurdî Cebraîl Vûral ê di sala 1994an de hat girtin û 30 salan di girtîgehê de ma, evîna xwe ya ji bo zimanê dayikê di nav çar dîwaran de gihand asta mamostetiyê. Cebraîl Vûral ê ku girtîgeh ji xwe re kir akademiya Kurdî, qala serboriya fêrbûna ziman û têkoşîna xwe kir û ev bang li qada siyasetê kir: “Kesê ku bi zimanê xwe nexwîne û nenivîse, nikare siyaseta Kurdbûnê jî bike.”
* Endamê Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Bedîh Kaçar desnîşan kir ku ji bo hêşînkirina navçeya Tûşbayê xebatên wan her çiqas ne têrker bibe jî ekolojî û jîngeh ji bo wan esaseke girîng e û wiha got: “Heta niha me li Tûşbayê 635 darên cur bi cur û 3 hezar û 500 darê fêkiyan danîn.”
* Siyasetmedar Dîdem Yilmaz, Arîfe Çinar û Îlyas Demîr bal kişandin biryarên civîna MGKê û wiha gotin: “MGKê derbarê pêşketina pêvajoyê de biryareke berbiçav negirtiye. Gavên hiqûqî û siyasî yên ku dê rê li ber çareseriyê vekin, careke din hatin paşxistin.”
* Li gorî daneyên fermî yên TUÎKê di sala 2025an de li Tirkiyeyê di nava zarokên mexdûr ên sûcan de ji sedî 10,3 (nêzikî 23.132 zarok) rastî êrişên zayendî û destdirejiyê hatine. Endamê OHDê parêzer Mûstafa Ozoral bal kişand ser destirêjiya li dijî zarokan tê kirin û da zanîn kesên destdirêjiyê dikin bi awayekî bandor nayên darizandin û cezayên wan kem in.
* ÎHDa Amedê dê rapora xwe ya binpêkirina mafan a herêmê bi raya giştî re parve bike. (12:30)
* Berxwedana şêniyên gundê Arxozliyê ya li hember çêkirina GESê dê di roja 37emîn de berdewam dike. (13:00)
* Berdevka DEM Partiye Ayşegul Dogan dê tekildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî bide. (13:30)
* Malbatên girtiyên nexweş, OHD, ÎHD û DEM Partî dê çalakiya xwe ya nobetê ya bêdem li pêşiya Wezareta Dadê dane destpêkirin, di roja 11emîn de bidomînin. (14:00)












